Barzanî: Sûriye dê perçe bibe..Iraqeke yekgirtî venagere

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dibêje, Sûriye qet venagere mîna berê û dê perçe bibe. Herwiha tekez kir ku êdî Iraqeke yekgirtî venagere.
Serok Barzanî ji rojnameya erebî ya Şerq el Ewset re behsa gelek mijaran kiriye. Mîna siberoja Sûriye û Iraqê, siyaseta îdareya nû ya Amerîka li hemberî Kurdistanê û gef û tehdîdên Heşda Şeibî (milîsên şîe yên Iraqê) li ser Herêma Kurdistanê ye.
Me gelek qurbanî dane
Serokê Herêma Kurdistanê di wê hevpeyvînê de ragihand: “Mixabin di şerê li dijî DAIŞê de heta niha Pêşmerge 1668 şehîd û 9 hezar û 724 birîndar dane. Herwiha zêdetirî 15 hezar çekdarên DAIŞê hatine kuştin. Ji aliyê asmanî ve Hevpeymaniya Navdewletî gelekî û wek pêwîst alîkariya me kiriye, lê li ser erdê alîkariyên leşkerî baş negihane destê Hêzên Pêşmerge. Eger ne ji alîkariya wan balafiran be dê şer gelekî dirêj kiriba.
Em û Bexda nikarîbûn bibin şerîk
Serok Barzanî derbarê pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexda de, ragihand: “Di warê leşkerî de pêwendiya me bi Bexda re di operasyona Mûsilê de heye, lê di warên din de pêwendiya me xerab e. Di serdana xwe ya dawî de bo Bexdayê jî min ji wan re got ku me nijarîbû em bibin şirîkên hev û em dikarin bibin 2 cîranên baş û qenc, têgiheştin jî li cem wan hebû.
Gelek caran soz dan ku pereyên Kurdistanê bişînin
Derbarê neşandina para Kurdistanê ji mîzaneya Iraqê, Serok Barzanî ragihand: “Bexda ji me re dibêje, hûn petrola xwe difroşin em pereyên we naşînin, lê heta ku wan pereyên me qut nekirin me dest bi firoştina petrolê nekir. Gelek caran soz dan ku pereyan bişînin lê ti carî sozên xwe nebirine serî. Bi baweriya min guvaçeke mezin li ser Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî heye da ku nikaribe welat birêve bibe û dixwazin rastî şikestinê bê, nexasim ew kesên ku Mûsil dan destê DAIŞê, xêrê jê re naxwazin.”
Emê bi tundî bersiva destdirêjiyên ser Kurdistanê bidin
Derbarê gefên Heşda Şeibî li ser Herêma Kurdistamê, Serok Barzanî ragihand: “Ez dilgiran dibin ji wan gefan. Em dixwazin êdî şer bidawî were û pêwendiyên me baş bin. Di nava Heşda Şeibî de jî kesên ku bi berpirsyaretiyê hest dikin, hene, lê bêguman her kesek bixwaze destê xwe bavêje Herêma Kurdistanê emê bi tundî bersiva wî bidin û em hêvîdar in jî ku rewş negihê wê astê.”
Pêwendiya me bi Tirkiyê re ne li ser hesabê pêwendiyên me bi Îranê re ne
Herwiha derbarî pêwendiyên Herêma Kurdistanê ligel herdu welatên Îran û Tirkiyê jî, Serok Barzanî ragihand: “Di şerê li dijî DAIŞê zêdetir têkeliyên me bi Hevpeymaniya Navdewletî re bûn, ne bi Îranê re. Heşda Şeibî û Îran di şer de hevkar in. Pêwendiyên me û Tirkiyê pir baş in lê ew pêwendî ne li ser hesabê pêwendiyên me bi Îranê re ne.”
Malikî vegere emê serxwebûnê rabighînin
Derbarê egera vegera Nûrî Malikî bo serokatiya Hikûmeta Iraqê, Serok Barzanî ragihand: “Em naxwazin vê pirsê bi kesan ve girê bidin lê eger Malikî vegere emê di cih de serxwebûna Kurdistanê rabighînin û wê demê çi dibe bila bibe. Malikî xiyanet li birayetî û hevahengiyê kir. Eger hêza Sedam Husên di destê wî de heba dê ji Sedam xerabtir ba.”
Bila em 2 cîranê baş bin
Serokê Herêma Kurdistanê wiha got: “Piştî rizgarkirina Mûsilê emê danûstandinan bikin ku em û Iraq 2 cîranên baş û qenc bin û pirojeya me jî bo vê yekê heye. Iraqeke yegirtî qet venagere.”
Serdema Trump
Derbarê îdareya nû ya Amerîka û siyaseta wî welatî li navçeyê, Serok Barzanî ragihand: “Siyaseta Amerîka tê guhertin. Derbarê Kurdan piştevaniyê Donald Trump bo Kurdan zêdetir dibin. Pêwendiyên me ligel îdareya nû ya Amerîka nexasim di warê leşkerî û ewlehê û wezareta derve de jî, pir baş in.”
Gendelê li Kurdistanê heye lê newisa zêde ye
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê gendeliyê li Herêma Kurdistanê, ragihand: “Ez nabêjim gendelî li Kurdistanê tune ye, lê ne wisa zêde ye ku behsa wê dikin. Helbet nexşe û pilanên me hene bo jinavbirina gendeliyê.
Sûriye perçe dibe
Derbarê rewşa Sûriyê jî, Serok Barzanî ragihand: “Êdî qet Sûriyê venagere mîna berê. Rêkeftin di navbera Amerîka û Rûsya de li ser Sûriyê heye, lê ez tiştekî li ser wê rêkeftinê nizanim. Rûsya rêjîma Sûriyê rizgar kir. Rûsa zanî çawa kar bikin.”
Derbarê pirsyara gelo dibe ku fedralî li wir ava bibin, Serok Barzanî wiha got: “Ez dibêjim dê rojhilat û rojavayê Çemê Ferat perçe bibin. Dê rewşa herdu navçeyan cuda û taybet be.




