26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

PDK: Aştî Tirkiyê aram dike..Em ligel pêvajoya aştiyê ne

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Derve ya PDKê Hêmin Hewramî û Cîgirê Konsulê Tirkiye li Herêma Kurdistanê behsa pêwendiyên Hewlêr û Enqere kirin û Hewramî ragihand ku li gorî salên borî piştrast bûye ku aştê Tirkiyê aram dike û ew wek PDKê ligel pêvajoya aştiyê ne.

 

Îro li Pîrmam Hêmin Hewramî pêşwazî li Erselan Celalî kir û di wê hevdîtinê de Hewramî behsa pêşhatên dawî yên navçeyê û Herêma Kurdistanê bo Cîgirê Konsulê Tirkiyê kir û ragihand: “Herêma Kurdistanê di nava van arîşe û kirîzên deverê de kariye roleke erêmî di hemû pirsan de bibîbe, nexasim di pêwendiyên xwe de ligel welatên herêmê de.”

 

Herwiha derbarê şerê Mûsilê û serkeftinên Hêzên Pêşmerge, Hewramî ew serkeftin bi dîrokî bo gelê Kurd û tevahiya mirovahiyê dan zanîn, ji ber ku Pêşmerge karîn berxwedaniya xwe tirsonektirîn dijminê jiyanê jinav bibe, ew jî bi alîkarî û piştevaniya civaka navdewletî.

 

Hêmin Hewramî ragihand: “Divê Tirkiyê roleke zêdetir derbarê vê yekê de bibîne ji ber xwedî pêgeh û bandor e li navçeyê.”

 

Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Derve ya PDKê Hêmin Hewramî behsa pêwendiyên Hewlêr û Enqere kirin û Hewramî ragihand ku li gorî salên borî piştrast bûye ku aştê Tirkiyê aram dike û ew wek PDKê ligel pêvajoya aştiyê ne.

 

Ji aliyê xwe ve, Erselan Celalî rola gelê Kurdistanê di van herdu salên borî de bilind nirxand û ragihand ku pêwîst e pêwendiyên Hewlêr û Enqere bigihên asteke bilindtir.

Nûçeyên têkildar