26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hikûmeta Kurdistanê: Em petrolê jî bidin, Bexda dîsa pereyan nade me

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje, ti garantiyeke wê yekê nîne eger Hewlêr tevahiya petrola Kurdistanê jî bide Bexdayê, hikûmeta Iraqê  bûdceya Kurdistanê bide.

Berdevkê Hikûmeta Kurdistanê Sefîn Dizeyî, di civîneke rojnamevanî de li ser bûdceya ku ji aliyê hikûmeta Iraqê ve bo Kurdistanê hatiye terxankirin, got, ew bûdceya ku Iraqê bo sala 2017 ji Kurdistanê re terxan kiriye, ji pereyê wê petrola ku hikûmeta Kurdistanê bifroşe, kêmtir e.

Sefîn Dizeyî her wiha got, ew qanûnên ku li Bexdayê derheqê Kurdistanê de hatine pesendkirin, bêyî ku bi hikûmeta Kurdistanê re gotûbêj hatibe kirin, hatine pesendkirin.

Berdevkê hikûmeta Kurdistanê anî ziman ku Bexda di perçekirina firaksyonên Kurdistanî de serkeftî bûye û got, helbet em ji vê yekê nîgeran in. Jixwe me di daxuyaniyekê de helwesta xwe li ser vê mijarê anîbû ziman û Encumena Wezîran dê di civîna xwe ya bê de biryara dawî li ser vê yekê bide.

Wî rayedarê Herêma Kurdistanê da zanîn, ti garantiyek nîne eger Hewlêr petrolê bide Bexdayê, hikûmeta Iraqê bûdceya Kurdistanê bide.

 

Nûçeyên têkildar