Derbeyên Pêşmerge hiştine DAIŞ xwe li ber artêşa Iraqê negire

Başîk-KDP.info- Fermandarê Lîwaya 7 ya Bejayî ya Hêzên Pêşmerge dibêje, derbeyên Hêzên Pêşmerge li dijî DAIŞê bûne sedem ku ew terorîst nikaribin xwe li ber Artêşa Iraqê bigrin.
Lîwa Behram Erîf Yasîn Fermandarê Lîwaya 7 ya Bejayî ya Hêzên Pêşmerge ji malpera KDP.info re ragihand: “Hêzên Pêşmerge şareza bûne ji fen û hîle û karên xerab ên terorîstên DAIŞê û karîne piraniya axa Kurdistanê ji destê terorîstên DAIŞê derxînin.”
Wî fermandarê Pêşmerge wiha got: ”Li eniya Başîkê DAIŞ rastî gelek ziyanan li ser destê Hêzên Pêşmerge hatiye û terorîstên ku di Başîkê de bûn, hemû hatin kuştin, ev yek jî bû sedem ku terorîstên DAIŞê xwe li ber artêşa Iraqê negirin.”




