27/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokwezîrê Swêd piştevaniya demdirêj a welatê xwe bo Pêşmerge û Kurdistanê ragihand

Çavkanî: KDP.info
 
Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Serokwezîrê Swêd kir û di wê
 
hevdîtinê de, Serokwezîrê Swêd piştevaniya demdirêj a welatê xwe bo Pêşmerge
 
û Kurdistanê ragihand.
 
Roja sêşem 25.10.2016 li Selaheddîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê
 
pêşwaziya Stefan Löfven Serokwezîrê Swêdê û şandekî li gel kir.
 
Li hevdîtinê de Serok Wezîrê Swêdê xweşhaliya xwe bi serkeftin û pêşveçûnên
 
hêzên Pêşmerge yên li bereyên şerê dijî terorîstan nîşan da û tekez li ser palpiştî û
 
pabendbûna demdirêj a welatê xwe ya ji bo Herêma Kurdistan û Pêşmerge kir û
 
ragihand Hikûmeta Swêdê bi niyaze hejmara şêwirmendên xwe serbazî yên li
 
Herêma Kurdistanê zêdetir bike. Her wiha pêzanînên xwe jî ji bo asta hemahengî û
 
karê hevbeş a Pêşmerge û Artêşa Iraqê li şerê dijî terorîstan da hebû.
 
Serokwezîrê Swêdê serxweşiyê li Serok Barzanî û kesukarên wan Pêşmergeyan kir
 
ku li şerê terorê da canê xwe gorî kirine û şehîd bûne û eve jî xisterû ku welatê
 
wan rêz ji bo dîrok û qurbanîdana gelê Kurdistanê heye û hewlên Serok Barzanî û
 
Hêzên Pêşmerge ya ji bo parastina pêkhatên neteweyî û olî de bilind nirxand.
 
Li beranber da Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina Serok Wezîrê Swêdê û şanda li
 
gel kir û spasî gel û Hikûmeta Swêdê kir ku li salên derbasbûyî de yarmetiya gelê
 
Kurdistanê dane û bûne penagehekî aram ji bo xelkê Kurdistanê û pêzanînên xwe
 
jî ji bo rola şêwirmendên serbaziyên Swêdê ya li meşq û rahênana Pêşmerge de
 
nîşanda.
 
Di dirêjahiya axaftina xwe de Serok Barzanî behsa dîrok û êşên gelê Kurdistanê li
 
gel dewleta Iraqê û êrîşa terorîstên DAIŞê ya li ser xelkê Kurdistanê û pêkhatên wê
 
kir û ji bilî balkişandina li ser girîngiya azadkirina Musilê ya Herêma Kurdistanê
 
tekez li ser pêwîstiya hebûna planekî siyasî kir û ji bo rêgirtina li serhildana
 
kêşeyan û parastina pêkhatan bi taybet Êzdî û Mesîhiyên parêzgeha Nînowa. Eve jî
 
xisterû ku gelê Kurdistanê hîç demekî nabê aliyek ji gengeşeya tayîfî. Herwiha eve
 
jî dûpatkir ku heman demî de li gel şerê serbazî divê şerê fikrî û siyasî û civakî ya
 
terorîstan jî bê kirin.
 
Her li vê civînê de şanda mîhvan gumanên xwe yên li ser qonaxa piştî DAIŞê û
 
çarenûsa pêkhatan ji bo Serok Barzanî behs kirin.
 
Rewşa mafên mirov li navçeyê û her wiha berçavgirtina mafê jinan û beşdariya
 
çalak ya jinan li jiyana siyasî û aborî û civakî da mijareke dinê vê hevdîtinê bû.

Nûçeyên têkildar