27/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hikûmet: Emê hemû hewlên xwe bidin bo çareserkirina rewşa xelkê Kurdistanê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi boneya Cejna Qurbanê peymek pîrozbahiyê belavkir, û di peyamê de hatiye: “Destpêkê em Cejna Qurbanê li malbatên serbilin ên şehîd û birîndarên Pêşmerge, Pêşmergeyên qehreman pîrozdikin, piştre jî em vê cejnê li hemû muslmanên Kurdistan, Iraq û Cîhanê pîrozdikin, hêvîdari ku bibe cejna bidawîkirina terorê û vegera aramî, pêkvejiyan û xizmetguzariyê.”


Deqê peyma Hikûmeta Herêma Kurdistanê:

Destpêkê em Cejna Qurbanê li malbatên serbilin ên şehîd û birîndarên Pêşmerge, Pêşmergeyên qehreman pîrozdikin, piştre jî em vê cejnê li hemû muslmanên Kurdistan, Iraq û Cîhanê pîrozdikin, hêvîdari ku bibe cejna bidawîkirina terorê û vegera aramî, pêkvejiyan û xizmetguzariyê.

Ev cejin bi ser me de tê, di demekê de ku Herêma Kurdistanê li dijî tundtirîn dijminê jiyan û azadiyê di şer de ye, rojnae Pêşmergeyên Kurdistanê bi can û xwîna xwe berevaniyê di ber xelkê Kurdistanê de dikin, herwiha bi sedema şer û cengê û çend sedemên din, Herêma Kurdistanê rastî rewşek darayî ya xirab hatiye, lewma mûçexurênKurdsitanê di vê rewşê de berevaniyaek mezin dikin, berevaniya cihê spasî û rêzê ye.

Bi vê boneyê em hemû aliyan dilrastdikin ku, Hikûmeta Herêma Kurdistanê mezintirîn xemxwarê jiyana xelkê ye, bi temamî vê rewşê fam dike û berdewame li ser hemû hewdanên xwe û bikaranîna hemû kenalan jibo dîtina çareriyekê ji vê rewşa ne asayî û nexwazraw re.

Em bihêvîne ku cejna bê em di Kurdistanek azad û dûr ji şer û alozî û qeyranan bijîn, aramî û xizmetguzarî bighê hemû welatiyan, penaber û koçberên ji ber şerê terorê bi ser bilindî vegerin ser ax, mal û halên xwe.

Dûbere cejna Qurbanê li hemû aliyan pîroz be, hêvîdarin hûn cejn û pihinvedanek aram û xweş derbaskirin.

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê
11.09.2016
 

Nûçeyên têkildar