Silêmanî bû paytexta rewşenbîrî ya Herêma Kurdistanê

Di civîna duh ya Parlementoya Kurdistanê de proje biryara civata Wezîran ya Hikûmeta herêma Kurdistanê a di derbarê destnîşan kirina Bajarê Silimaniyeyê bo Paytexta Rewşenbîriya Kurdistanê hate gengeşekirin.
Piştî bi dawî hatina nîqaş û giftûgoyan di derbarê vê biryara han de Parlementoya Kurdistanê bi piraniya dengan ev proje biryara han qebûl kir û bi vê rengî Bajarê Silimaniyayê bi fermî weke Paytexta Rewşenbîriya Kurdistanê hate pejirandin.
Serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di festîfala salvegera dirûstbûna bajarê Silêmaniyê a 15.11.2012an gotarek pêşkêş kiribû û di gotara xwe de got: “ Ligel hikûmeta Herêma Kurdistanê pir giring bû bajarê Silêmaniyê bibe paytexta rewşenbîriya Kurdistanê. Lewra em daxwaz ji parlamenterên Kurdistanê dikin projeya ku Silêmanî bibe paytexta rewşenbîrî bê pejirandin û wê hikûmet jî ji bo vê mijarê hemû pêngavên giring bavêje




