26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî ligel kesayetiyên gundên nû azadkirî yên Kakeiyan civiya

Çavkanî: KDP.info
 
Hewlêr-KDP.info- Di civîna xwe de ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd
 
Barzanî, kesayetî û nûnerên gundên nû azadkirî yên Kakeiyan spasî Serok
 
Barzanî û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir ku mezargeh û cihên pîroz û
 
gundên wan li bin destê terorîstên DAIŞê azad kirine û pêzanînên xwe ji bo
 
qehremanî û qurbanîdana Pêşmerge hebû. Her wiha daxwaz kirin ku gund û
 
navçeyên wan ji mîn û teqemenî û paşmayên têkderaneya terorîstan bê
 
 
paqij kirin û xizmetguzariyên pêwîst jî bigihe navçeyên nû azadkirî.
 
Roja yekşem 03.07.2016 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma
 
Kurdistanê pêşwaziya hejmarek kesayetî û rihspî û nûnerên gundên nû
 
azadkiriyên Kakeiyan yên li sînora mîhwera Xazir civiya.
 
 
Li hevdîtinê de şanda mîhvan spasî Serok Barzanî û hêzên Pêşmergeyên
 
Kurdistanê kir ku mezargeh û cihên pîroz û gundên wan li bin destê
 
terorîstên DAIŞê azad kirine û pêzanînên xwe ji bo qehremanî û
 
qurbanîdana Pêşmerge hebû. Her wiha daxwaz kirin ku gund û navçeyên
 
wan ji mîn û teqemenî û paşmayên têkderaneya terorîstan bê paqij kirin û
 
xizmetguzariyên pêwîst jî bigihe navçeyên nû azadkirî.
 
 
Li beşekî dinê civînê de Serok Barzanî li gotarek de balkişand li ser wê yekê
 
ku xuşk û birayên Kakeiyan beşekî azîz û taybetiyê gelê Kurdin û roleke wan
 
ya ber bi çav li xebat û şoreşa gelê xwe da heye.
 
 
Her wiha ronahî xiste li ser dirindeyî ya terorîstên DAIŞê û ew êş û
 
kavilkariya li encama êrîşa terorîstan li ser xelkê navçeyê da hatiye û
 
ragihand ku cihê şanazî ya gelê Kurdistanê ye ku efsaneya DAIŞê li ser destê
 
hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê hate têkşikandin û amadebûyan ji wê yekê
 
dilniya kir ku hemû navçeyên wan yên li bin destê DAIŞê de bêne azad kirin
 
û dê bextewerî û xweşguzeranî û xizmetguzarî jî nigihe navçeyên nû azadkirî
 
û tekez jî li wê yekê kir ku piştevaniya tevahiya daxwazên xuşk û birayên
 
Kakeiyan ji bo eweye bikarin bi azadî û serbilindî vegerin ser navçe û
 
gundên xwe û giriftên wan bêne çareser kirin.

Nûçeyên têkildar