Naweran.. Pêşmerge 20 terorîstên DAIŞê kuştin

Hewlêr-KDP.info- Piştî bidestxistina zanyariyan li ser cihê xweveşartina
terorîstên DAIŞê, bi dirêjahiya şevê din û heta îro Çarşemê, Hêzên
Pêşmerge li eniya Naweranê didin ber topan û heta niha 20 DAIŞî hatine
kuştin.
Berpirsê Eniya Hêzên Pêşmerge li Naweran Serbest Tirwanşî ji malpera
KDP.info re ragihand: “Ev hefteyek e ku em ligel Hevpeymaniya Navdewletî
bi hûrî çavdêriya tevgera terorîstên DAIŞê li sînorê Naweran dikin û piştî
bidestanîna zanyariyan bi dirêjahiya şevê din heta îro balafirên
hevpeymaniyê û topxaneyên Pêşmerge li cih û navendên terorîstên DAIŞê
didin.”
Wî fermandarê Pêşmerge wiha got: “Di encama topbaran û bombebarana
me û malafiran li ser cihên DAIŞê, çendîn tonêl û cibexaneyên wan
terorîstan hatine jinavbirin û zêdetirî 20 terorîstan hatine kuştin û herwiha
çendîn otomobîl û çekên wan ên giran hatine jinavbirin.”
Tirwanşî wiha domand: “Ev demek e ku tevgera terorîstên DAIŞê kêm bûye
û eger hebe jî pir veşartî ye û bi xweparêzî ye, da ku nebin armanca
Pêşmerge û hevpeymanan.”




