Eşîrên erebî yên Mûsilê piştgiriyê li pêşniyara Mesrûr Barzanî dikin

Mûsil-KDP.info- Eşîrên erebî yên Mûsilê piştgiriyê li pêşniyara Şêwirmendê
Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê dikin û dibêjin careke din Iraq
nakeve bin siya merkeziyetê de.
Berdevkê eşîrên erebî yên parêzgeha Neynewa Muzahim Hewît di
daxuyaniyeke rojnamevanî de bo ajansên Iraqê piştgirî da axaftinên
Şêwirmendê Encemena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ku
behsa wê yekê kiribû Iraq bibe 3 perçe.
Hewît wiha got: “Eşîrên Neynewa bi baştirîn çareserî bo pirsgirêkên niha
yên Iraqê dibînin.”
Hevdem Salim Şebek Nûnerê Kurdên Şebek di Encumena Nûnerên Iraqê de
ji malpera KDP.info re ragihand: “Piştî axaftinên Mesrûr Barzanî piştgiriyeke
mezin ji aliyê xelk ê eşîrên erebî yên parîzgeha Mûsilê bi axaftinên wî hatin
û me jî bi eşkere ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re gotiye ku
Iraqa piştî DAIŞê bi vî awayî namîne, ji ber ku deselata merkezî bidawî
hatiye û ew zihniyeta ku ji Bexda heta bi Kurdistanê û Besra ve hûkim li ser
me bike. Lemwa niha welatiyên Deşta Neynewa daxwaza perçekirina Iraqê
dikin û dibêjin bela navçeyên me bibe herêmeke serbixwe.”




