“Frakisyona Birayetî razî nabe Kerkûk bibe herêm”

Kerkûk-KDP.info- Serokê Frakisyona Birayetiyê di Encumena Parêzgeha
Kerkûkê de Mihemed Kemal dibêje frakisyona wan bi hemû dengan
pirojeya biherêmkirina Kerkûkê red dike û tekez dike li ser Kurdistanîbûna
wê parêzgehê û vegera wê bo ser Herêma Kurdistanê bi awayekî fermî.
Mihemed Kemal Serokê Frakisyona Birayetiyê di Encumena Parêzgeha
Kerkûkê de ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro me kongireyeke
rojnamevanî derbarê pêşhatên dawî yên Kerkûkê lidar xist û li wir me tekez
kir li ser helwsta xwe ku em pêbendî cîbicîkirina madeya 140 in û
kurdistanîbûna Kerkûkê û vegera wê bo ser Herêma Kurdistanê.”
Kemal wiha got: “Bi hemû dengan frakisyona me pirojeya biherêmkirina
Kerkûkê red kir. Kurdan dinyayek qurbanî bo Kerkûkê dane, çawa dê niha
dest jê berdin. Herwiha daxwaz hat kirin ku di destûrê Kurdistanê de mafê
pêkhatên din bê parastin.”




