26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Civîna aliyên siyasî bersiveke baş da planên dijî Kurdistanê

Çavkanî: KDP.info

Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî li ser pêgeha xwe ya li Facebookê de di derbarê civîna aliyên siyasî a bi Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî re peyamek belav kiriye û ragihandiye ku, civîna roja pêncşemê ya part û aliyên siyasî yên Kurdistanê bersiveke gelek baş da planên dijî Kurdistanê.

 

Serok Barzanî herwiha eşkere kiriye ku, em weke Kurd dikarin her di çarçoweya ev yekrêzî û yekhelwestiya han de tevahiya planên Neyaran pûç bikin.

 

roja pênçşem 22/11/2012 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi mebesta nirxandina pêşketinên dawiyê rûdawên li Iraqê û bi taybetî pêşketina gîr û giriftên taybet bi Operasyona Dîcle li Kerkûk û Duz û navçeyên veqetandî, li gel nûnerên hemû aliyê siyasiyên Kurdistanî re civiya.

Aliyên siyasiyan kok bûn li ser wê yekê ku ezmuna hukimraniya Iraqê dûçarî qeyranekî bingehîn bûye û bi çendîn awayî berceste dibê yek ji wan binpêkirina destûr û karkirina ji bo bikaranîna artêş li gengeşeya siyasî û serhildana rêbaza takrewî û binpêkirina peymanên siyasî û nebûna xizmetguzariyê ji bo welatiyan û pêşketina gendelî û berdewambûna qeyrana hukim û kûrbûna nakokiyên siyasiyan.

Beşdarvanên civînê bi hevrebûn ku damezrandina hêza Operasyona Dîcle û tevgerên serbaziyan li navçeyên veqetandî de li ser wê yekê ku binpêkirineke rûna destûr û balkişandineke pir metirsiye ji bo dûbarebûna tevgerên şoveniyên dijî bi xelkê Kurdistanê û hewleke ji bo şandina qeyranên navxweyiyên Hikûmeta Bexda berev Kurdistanê.

Nûnerên aliyê siyasiyan tekez li ser pêwîstiya helweşandina kirdarên hêzên Operasyona Dîcleyê kirin û ji bo vê mebestê jî hemû rêyên destûrî û siyasiyan li ber digrin.

Her wiha biryar dan nameyekî hevbeş pêşkêşî Hevpeymaniya Niştimaniya Iraqê û pêkhatên siyasiyan û aliyê siyasiyên dinê Parlemena Iraqê bikin û helwesteke yekgirtî û yekrêziya xelkê Kurdistanê li dijî binpêkirina destûr û metirsiyên takrewî û vegerana dîktatoriyet û binpêkirina hevkarî û şeraketa nîştimanî bixinrû.

Peyama vê civînê ji bo hemû aliyek derbirî yek helwest û yek îradeyiya xelkê Kurdistanê û hêzên siyasiyan li dakokîkirina li asayîşa Herêmê û projeya demokratî federalî û destûrî li Iraqê da û li ber girtina hemû kaye û amrazên siyasî û destûrî rêyên danustandin û guftûgoyê bi hevkariya hêzê siyasiyên Iraqê ji bo çareseriya bingehîna qeyranan. Li gel tekezkirina civînê li ser rêya aştî û danustandinê ji bo çareseriya kêşeyan, amadevanan ji bo amadebûna wan ya her egerekî nexwastî piştevaniyê li hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê derbirî.

Aliyê siyasiyên beşdarvanê civînê:

Partiya Demokrata Kurdistanê
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê
Tevgera Goran
Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê
Komela Îslamiya Kurdistanê
Tevgera Îslamiya Kurdistanê
Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê
Partiya Zehmetkêşên(Kedkar) Kurdistanê
Partiya Şu'î(Komunistên) Kurdistanê
Tevgera Demokrata Turkmen
Tevgera Çaksaziya Turkmen
Lîsta Erbîla Turkmenî
Encumena Gelê Kildan Siryan Aşûr
Tevgera Demokrata Aşûrî
Lîsta Ermen

Nûçeyên têkildar