27/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mela Mextiyar: YNK û PDKê li ser referandumê lihev kirine

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtboruya YNKê Mela Bextiyar ragihand, YNK ligel PDKê û partiyên din ên Kurdistanê li ser lidarxistina referanduma serxwebûna Kurdistanê lihev kiriye.


Malpera fermî ya Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) PUKmedia ragihand, Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtboruya YNKê Mela Bextiyar ragihand, ku YNK û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li ser mijara referanduma bo serxwebûna Kurdistanê lihev kiriye.
 
Mela Bextiyar herwiha got, alternatîva demokrasiyê û îdeolojiya Çep jî ratsî şikestinê hatiye û eger Iraq bibe iraqeke demokratîk û federal, destûrê cîbicî bike û arîşeyên xelkê çareser bike, weke Kurd me pirsgirêk ligel Iraqê de nîne, lê belê eger sal bi sal rewş xirabtir be, ji mafê Kurd e ku referandumê saz bike.”

Mela Bextiyar behsa lihevkirina navbera YNKê û PDKê derbarê lidarxistina referanduma bo serxwebûna Başûrê Kurdistanê ji Iraqê jî kir û got: “YNK ligel PDKê li ser referandumê lihev kiriye. Herwiha YNKê ligel partiyên din ên Kurdistanê jî li ser heman mijarê lihev kiriye.”
 

Nûçeyên têkildar