Wezîrê Bergiriyê yê Fransa: DAIŞê çekên kîmyayî li dijî Pêşmerge û sivîlan bikar aniye

Hewlêr-KDP.info- Wezîrê Bergiriyê yê Fransa ragihand ku
belgeyên zelal hene ku piştrast dikin ku DAIŞê bi çekên kîmyayî li
Hêzên Pêşmerge û xelkê sivîl daye.
Jan Îv Lodryan duhî li pêşiya efserên Fransa ku perwerdeya leşkerî
didin Hêzên Pêşmerge, ragihand ku belgeyên zelal hene ku
piştrast dikin ku DAIŞê bi çekên kîmyayî li Hêzên Pêşmerge û xelkê
sivîl daye.
Serbazên Fransa ji wî wezîrê fransî re gotine ku, piştî bikaranîna
gaza kilorê DAIŞê gaza Xerdelê jî bikar aniye û gotine me baş dît ku
piştî bikaranîna wan çekan çi qewimî.
Wan serbazên Fransa gotine, hêj kurdan gaza ku Sedam pê li wan
daye jibîr nakin û niha DAIŞ li ser heman riyê dilîze û dixwaze bi
wan madeyan bitirse.
Wezîrê Bergirî Fransa piştî civîna xwe ligel Serokê Herêma
Kurdistanê Mesûd Barzanî duhî sêşemê serdana eniyek şerê li dijî
DAIŞê kir.
Fransa erkê berwerdeya % 10 ya perwrdekirina Hêzên Pêşmerge û
hêzên Iraqê li xwe girtiye, ku dikeve çarçoveya Hevpeymaniya
navdewletî ya li dijî DAIŞê ku Amerîka serokatiya wê dike.




