Mesrûr Barzanî: Kurd dixwazin bi aştiyane refrandumê bikin

Hewlêr-KDP.info- Mesrûr Barzanî Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandek Rêxistina Mirovî ya Siwêsrî (Hîlsifskomovî Kurdistan) Dêra Kasolîkî bi serokatiya Qeşe Stîvan Stop kir û di wê hevdîtinê de ragihand ku, kurd dixwazin bi aştiyane refrandumê bikin.
Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandek Rêxistina Mirovî ya Siwêsrî (Hîlsifskomovî Kurdistan) Dêra Kasolîkî bi serokatiya Qeşe Stîvan Stop kir ku, ji hejmarek ji pisporên warê alîkariyên mirovî, siyasetmedar û reporter pêkhatibû.
Di civînê de kuNûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Siwîsra Dr.Fewzî Qedûr û Cîgirê Serokê Dezgeha Xêrxazî ya Barzanî Mûsa Esed amadebûn, ronî dan ser çlakiyên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û wê alîkarî li ser kesên mihtac bi rêk û pêk belav kirine, spasya vî karî kirin, herwiha behsa çalakiyên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li derve û hinder kirin û ragehandin ku armanca me ew e ku Dezgeha me bibe dezgehek mirovî cîhanî, jibo karibe alîkariyê bighîne hemû deverên cihanê, herwiha amaje bi helmeta vê dawiyê ya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Zankoya Amerîkî li Kurdistan – Duhok kir û dest xweşî li wan kirin.
Ji aliyê xwe ve Qeşe Stîvan spasya rexsandina vê derfetê kir jibo hevdîtinê û behsa wê yekê kir ku, wî bi çavên xwe belavkirina alîkariyan dît bê çawa bi şêweyekî rêk û pêk dibin û dighên dest ew ksên pêwîstiya wan pê heye û destxweşî li Dezgeha Xêrxwazî ya Barzî kirli ser şêweyê dabeş kirina alîkariyan.
Herwiha Mesrûr Barzanî behsa ferhenga pêkvejiyanê kir, tevî ku nêzîkî ji 2 milyon penaber ji Iraq û welatên hawîrdor hatine herêma Kurdistanê û tekez kir herdemê Gelê Kurdistanê bûye qurbaniya tundîtûjî û terorê, lê belê li ferhenga pêkvejiyanê berdewamin û em şehnaziyê bi vê yekî dikn.
Ji aliyekî din ve di vê civînê de behsa pirsgirêkên navçeyê kirin û di vê derbarê de Mesrûr Barzanî ragehand: “Kurd dixwazin bi aştî refrandumê li Kurdistanê bikin, tevî ku berî niha jî xelkê Kurdistanê nerîna xwe li ser vê yekê dane.”




