26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Balakatî: Hevkariyeke Baş jibo Penaberên Rojava hat komkirin

Çavkanî: KDP.info

Weke tê zanîn beriya sê rojan li Devera Balakatê bi mebesta kom kirina hevkariyên xelkê Deverê bo Penaberên Rojawayê Kurdistanê yên li kempa Domîzê de kempînek hatibû organîzekirin.

Duhî encamên vê kempîna han hatin diyar kirin û hate gotin ku, di encama vê kempîna han de li Devera Balakatê 100 ton erzaq, 10 tir cil û berg û betanî û zêdetirî ji 50 miliyon dînar pere ji bo wan Penaberan hatiye komkirin.

Di vê derbarê de Qaêmmoqamê Çomanê Ebdulwahêd Gevanî ragihand ku, vê her evro bi rêya komîteyeke taybetî ev hevkariyên han ji wan Penaberan re werin şandin.


 

Nûçeyên têkildar