Serok Barzanî: Em çawa rûbirûyî DAIŞê bûn, bi wî awayî emê rûbirûyê gendeliyê jî bibin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di peyamekê
de bi helkefta yadên meha Adarê peyamek belav kir û tê de ragihand,
Raperîna mezina gelê me li Adara 1991 peyamekî herdemî ye ji bo hemû
cîhanê ku gelê Kurd bindestiyê qebul nake û li dijî sîtemkar û dagîrkeran
radiwestê û di dema serkeftinê jî da hêmaya aştî û lêborînî û mirovparêziyê
ye. Herwiha got jî, pişt bi xweda û gelê Kurdistanê çawa rûbiruyê terorîstên
DAIŞê bûyîn, her bi vî awayî jî rûbiruyê gendeliyê dibîn û kar ji bo nehiştina
wê dikin.
welatiyên xweşdiviyên Kurdistanê
Adar meha destana mezin û serkeftin û êşan û meha xweragirî û bawerî bi
xwe bûna gelê Kurdistane. Adar serkeftina raperîna mezina gelê meye,
bîranîna kîmyabarana Helebçeya Şehîde, bîranîna ragihandina peyman û
rêkkeftinnameya Yanzdehê Adare, her wiha adar meha Newroz û jiyana
destpêkeke nû ye.
Raperîna mezina gelê me li Adara 1991 peyamekî herdemî ye ji bo hemû
cîhanê ku gelê Kurd bindestiyê qebul nake û li dijî sîtemkar û dagîrkeran
radiwestê û di dema serkeftinê jî da hêmaya aştî û lêborînî û mirovparêziyê
ye. Li raperîna dîrokiya sala 1991 da xelk û Pêşmergeyên hemû aliyan bê
cûdahiya bîr û nêrînan li ser dîktatoriyet û dagîrkeriyê da çûn û bi serkeftina
raperînê wê peyamê ragihandin ku her dema Kurdistanî yekrêz û yekdeng
bin hîç hêzek nikarê rê li serkeftina wan de bigre.
Her li vê mehê da gelê me bîranîna rêkkeftinnameya Yanzdehê Adarê bilind
radigrê, ew rêkkeftina ku li encama serkeftina şoreşa mezina Eylûlê bû, ew
şoreşa seranserî bi baweriyeke polayîniya rejîma pirçekê Iraqê neçar kir
mafê gelê Kurdistanê da qebul bike û bête ser mêza danustandinê.
Rêkkeftinnameya Yanzdehê Adarê serkeftina îradeya gelê Kurdistanê bû.
Adar meha Helebçeya Şehîde, karesata kîmyabarankirina Helebçe rûdaneke
hemû mirovayetî jê berpirse. Helebçe hêmaya dilreqiya dagîrkeran û
sembola mezlûmiyeta gelê Kurdistane ku dijminê bê ehlaq û bêdrewşt bi
dirindanetirîn awayî xelkê qehremanê wî bajarî şehîd kir. Şehîdkirina
Helebçe beşeke ji wê zincîra tawana nemirovaneya dijminan û dagîrkeran
ku li ser gelê sîtemdîdiyê Kurdistanê de encam dane.
Piştî wan hemû xebat û qurbanîdan û koçberî û êşên bê sînoriya gelê me
dîtiye, hîç kes û aliyek ew mafê wan tûne bi şik û dûdiliyê temaşa mafên
gelê Kurdistanê û serbixweyiyê bike. Divê hemû aliyek ewe bizanin ku
bihaya wê bac û qurbaniya gelê Kurdistanê daye gelek ji serbixweyî yê
mezintire û hemû cîhan berpirse ji wê çarenûsa pir ji trajediya li ser gelê
Kurdistanê da hatiye.
Bîranînên îsal di demek de bilind radigrîn ku bi qehremaniya Pêşmergeyê
Kurdistanê metirsîdartirîn hêza terorîstiya dîrokî têkşikand. Ew serkeftina
mezin hev dem bû li gel qeyrana darayî û hewla berdewamiya neyaran ji bo
zêdetirkirina guvaşan li ser gelê Kurdistane. Gelê Kurdistanê xweragir bû û
Pêşmerge merdane û dilêrane bi xwîna xwe Kurdistanê parast. Ewê niha li
ser milê têkoşeran û nîştîmanperwerên gelê meye, hewldan û hîmetkirina
bo wê yekê ku Kurdistanê ji vê qonaxa dijwar derbasbikin.
Pêwîst e bi hemû şiyanek ve piştevaniya Pêşmerge bîn bi navê parastina
Kurdistanê û li rêya çareserkirina gendelî û çaksaziyê sîstema kargêriyê bi
cûreyek ku vê diyardeya ziyanmend nehêle û bingehek ji bo dadperweriyê
xweş bike û li gel eve jî hengavan berev çespandina mafê diyarkirina
çarenûsê bi leztir û bi hêztir bêne kirin. Pişt bi xweda û gelê Kurdistanê
çawa rûbiruyê terorîstên DAIŞê buyîn, her bi vî awayî jî rûbiruyê gendeliyê
dibîn û kar ji bo nehiştina wê dikin.
Bi helkefta hatina bîranînên Adar û Newroz pîrozbahiyê li hemû xelkê
Kurdistanê dikim. Hezaran silav ji bo giyanê pakê şehîdên me yên nemir û
silav û xweşdiviya min ji bo malbatên serbilindên şehîdan û hemû
Pêşmergeyên qehreman heye û hêviya serkeftin û xweşiyê ji bo we
dixwazim.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê




