26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Frakisyona PDKê: Me komîteyek bo piştevaniya bernameya çaksaziyê pêk aniye

Çavkanî: KDP.info
Hewlêr-KDP.info- Cîgira Serokê Frakisyona PDKê ya Parlemantoya 
 
Kurdistanê Amîne Zikrî ragihand ku frakisyona wan komîteyek bo 
 
piştevanîkirina bernameya çaksaziyê ya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd 
 
Barzanî pêk aniye û îro jî dest bi karê xwe dike.
 
Amîne Zikrî Cîgira Serokê Frakisyona PDKê ya Parlemantoya Kurdistanê ji 
 
malpera KDP.info re ragihand: “Di civîna dawî ya frakisyona me de biryar 
 
hat standin ku bo piştevanîkirina li biryarên Serok Barzanî bo çaksaziyê, em 
 
komîteyekê pêk bînin, da ku em xwendin û pêşniyarên xwe bi raporekê 
 
amade bikin û pêşkêşî Serok Barzanî bikin.”
 
Zikrî wiha got: “Ew komîte ji 7 endam pêk tê û nûnerên hemû parêzgehên 
 
Kurdistanê tê de ne û îro dest bikarê xwe dike û emê biryarê bidin ku heta 
 
kengî ew rapor amade bibe.”

Nûçeyên têkildar