Ciwanên 20 welatan bo piştgiriya Pêşmerge tên Hewlêrê..Bo referandûmê jî alîkariya ciwanên Kurdistanê dikin

Hewlêr-KDP.info- Yekîtiya Ciwanên Ewrûpayê dixwazin di referandûma
diyarkirina paşeroja Başûrê Kurdistanê de hevkariya ciwanên Kurd bikin.
Serokê Yekîtiya Ciwanên Ewrûpayê Javier Hurtado Mira ligel şandekê
serdana Herêma Kurdistanê kirin û ligel endamên Polîtburoya Partiya
Demokrat a Kurdistanê (PDK) civiyan.
Javier Hurtado Mira li ser navê Yekîtiya Ciwanên Ewrûpayê spasiya Herêma
Kurdistanê kir ku ligel krîza aborî nêzîka milyonek û 800 hezar penaber û
koçberên ji ol û neteweyên cuda li xwe girtine.
Serokê Yekîtiya Ciwanên Ewrûpayê di civînê de bal kişand ser şerê DAIŞê û
got: "Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê bi awayekî serkeftî berevaniyê li
Kurdistan û cîhanê dikin."
Javier Hurtado Mira, da zanîn ku ew dixwazin kongreyekê bo ciwanên 20
welatan li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê saz bikin ku yek ji armanca
serekî yaw ê kongreyê jî piştgirîkirina Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê ye.
Li gor Javier Hurtado Mira, di kongreya ciwanên cîhanê de ku dixwazin li
Hewlêrê saz bikin, pirsa hevkarîkirina ciwanên Kurd bo proseya
referandûma diyarkirina paşeroja Başûrê Kurdistanê tê gotûbêj kirin.
Roja 26ê Kanûna Paşîn a 2016an, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî
ligel aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê civiya û daxwaz ji wan kir
amadekariyê bikin, daku berî hilbijartina serokatiya Emerîkayê, li Başûrê
Kurdistanê referendum were kirin.




