Serok Barzanî pêşwaziya Parêzgerê Kerkûkê kir

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Parêzgerê Kerkûkê kir û di wê hevdîtinê de rewşa emnî û siyasî û aboriya Parêzgeha Kerkûkê gotûbêj kirin.
Roja yekşem 24.01.2016 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Necmedîn Kerîm Parêzgerê Kerkûkê kir.
Li hevdîtinê de behsa rewşa siyasiya Kurdistan û Iraq û navçeyê kirin û di derbarê rewşa emnî û siyasî û aboriya Parêzgeha Kerkûkê de danustandina bîr û ramanan kirin.
Li beşekî dinê hevdîtinê de rewşa meydaniya bereyên şerê terorîstan li Parêzgeha Kerkûkê guftûgo kirin.




