26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Dr. Roj: Welatên cîhanê nahêlin Kurdistan bikeve

Çavkanî: KDP.info

Davos-KDP.info- Alîkarê Serokwezîrê Iraqê Roj Nûrî Şawês, ku tevlî civîna aborî ya Davosê bûye, ragihand, dostên Kurdistanê nahêlin Kurdistan ji ber kirîza aborî bikeve.

Alîkarê Serokwezîrê Iraqê Roj Nûrî Şawês, ku wek siyasetmedarekî kurd tevlî panêleke Davosê bû, ji Rûdawê re ragihand ku di civîna Davosê de hinek dostên Kurdan dîtiye û bi wan re li ser rewşa Başûrê Kurdistanê gotûbêj kiriye.

Roj Nûrî Şawês diyar kir ku wan gotine, hêzên Pêşmerge şerê DAIŞê dikin ji ber wê divê him alîkariya leşkerî bê kirin him jî mûçeyê wan bê dayîn çimkî eger Pêşmerge nekare şerê DAIŞê bike ewê jî ziyan bikin.

Alîkarê Serokwezîrê Iraqê her wiha anî ziman ku welatên dost ên Kurdistanê ji rewşa Kurdistanê agahdar in û nahêlin Kurdistan ji ber kirîza aborî bikeve.

Nûçeyên têkildar