26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Endamê Kongirêsê hişyariyê dide Amerîka..Pêwîst e Pêşmerge bên pirçekirin

Çavkanî: KDP.info

Amerîka-KDP.info- Careke din, pirsa pirçekirina Hêzên Pêşmerge li Amerîka bûye rojev û Endamê Kongirêsê Êd Royis hişyariyê dide hikûmeta welatê xwe ku pêwîst e bilez Pêşmerge werin pirçekirin.

Berdewam Parlamentoya Amerîka bi taybetî Komîteya Karûbarê Derve ya Kongirêsê hişyariyê dide Amerîka ku pêwîst e di siyaseta Rojhilata Navîn de çevê xwe bide Hêzên Pêşmerge û dereng nekeve di pirçekirina Hêzên Pêşmerge de.

Endamê Kongirêsê û Serokê Komîteya Karûbarê Derve ya Encumena Nûneran a Amerîkayê Êd Royis ragihand ku, pêwîst e Amerîka rasterast Hêzên Pêşmerge pirçek bike da ku zêdetir bikaribin rûbirûyê DAIŞê bibin û serkeftinên zêdetir bi destve bînin.
Êd Royis wiha got, pêwîst e kurdên êzdî û hin eşîrên din ji Aliyê Amerîka ve werin pirçekirin.

Li gorî şiroveyeke malpera Spatnîk News, ew gotinên Êd Royis li hember wan metirsiyan e ku Amerîka hest pê kiriye ku milîsên şîe pirçek in û berê xwe dane navçeyên suniyan, lewma Êd Royis dixwaze sunî jî werin pirçekirin, da ku bikaribin navçeyên xwe biparêzin.

Êd Royis venaşêre ku Îran bandoreke mezin li Iraqê dike û pişta şîeyan digire, lewma dibîne ku tiştekî baş e eger Amerîka jî bo ku bandora Îranê li Iraqê kêm bike, pêwîst e bilez Hêzên Pêşmerge û kurdên êzdî û eşîrên sunî pirçek bike.
 

Nûçeyên têkildar