26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Dêrik..Asayişa PYDê êrişî gundekî kiriye û malbatan bi temamî digirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Hêzên asayişa PYDê, gundê Siwêdiyê yê ser bi Dêrka Rojavayê Kurdistanê ve, dorpêç kirine û davêjin ser malan û xelkê digirin.

Li gorî xelkê wî gundî, duhî li gundê Swêdiyê, yê ser bi Dêrikê ve, asayişa PYDê hejmarek ji ciwanên gundê Swêdiyê girtin.

9 ciwanên vî gundî ji aliyê asaişê ve hatin girtin, êdî malbatên wan ev kar qebûl nekir û ciwanên xwe ji destê asayişê derxistin, lê bi şevê Asayişê girtin ser gund, elekitrîk qût kirin û 16 kes girtin.

Mebesta asayişê ji girtina wan ciwanan, ew bû ku wan bibine leşkeriya neçar, lê malbatên wan ev yek qebûl nekirin.

Herwiha îro saet 5ê serê sibeha, asayişê gundê Swêdiyê dorpêç kir û hêj ew dorpêçkirin û girtina xelkê berdewam dike.

Di nava girtiyan de keçeke 7 salî bi navê Sabîn Elî Elî heye. Herwiha di nava hêzên ku davêjin ser malan de, erebên eşîra Şerabî û mesîhî jî hene.

Nûçeyên têkildar