Serok Barzanî çû derveyî Kurdistanê

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ber bi derve birê ket.
Îro Serok Barzanî di çarçoveya serdaneke fermî bi rêya Balafirgeya Hewlêrê ya Navdewletî ligel şandekê çû welatên Kendavê.
Ev serdana Serok Barzanî bo welatên Kendavê dê çend rojan dirêj bike.
Meha Hezîrana borî jî Serokê Herêma Kurdistanê bi serdaneke fermî serdana welatên Kendavê, Kiweyt û Îmaratê kir û bi berpirsên wan herdu welatan re civiya.




