27/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Qasim Derbo: Xelkê Şingalê ji PKKê qebûl nakin

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Fermandarekî Hêzên Pêşmerge li Şingalê ragihand ku, ew wel xelkê Şingalê razînabin ti hêzek avahiyên hikûmî dagîr bike. Divê ew hêzên ku dagîr kirine ji wan derkevin, da ku ew dezgeh karê xwe bikin û êzîdî xelk vegerin ser mal û halê xwe.

Qasim Derbo Fermandarê Pêşmerge yê êzîdî ji malpera KDP.info re ragihand: “Mafê ti hêzekê tune ye ku fermangehên hikûmî dagîr bike. Ew milkê xelkê ne û dive dest bi xizmeta xelkê bikin, lewma divê bilez jê derkevin, da ku dest bi karê xwe bikin û xelk dest bi vegerê bikin. Nabe xelk vegerin û ti kar nehatibe kirin û dezgehên hikûmî dest bi karê xwe nekiribin.”

Derbo wiha got: “Nabe bi hênceta fermana Bexdayê PKKê ji fermangehên hikûmî derkeve, ji ber ku ti pêwendiya vê yekê bi Bexdayê re tune ye, lewma ne em û ne jî xelk ji kesî qebûl nake wan fermangehan dagîr bike û divê jê derkevin.”

Tê zanîn ku piştî rizgarkirina Şingalê ji aliyê Hêzên Pêşmerge bi serperiştiya Serok Barzanî bi dawî hat, çekdarên PKKê ji ser Çiyayê Şingalê daketin û 7 avahiyên hikûmî yên nava bajêr kirin baregehên xwe û niha dibêjin divê Bexda ji me re bêje derkevin, lê ew kar pêwendî bi Encumena Parêzgeha Mûsilê ve heye û wê mohlet dabû wan ku ji Şingalê derkevin, lê dibêjin em dernekevin.

Nûçeyên têkildar