“Anîna Heşda Şeibî ne bi razîbûna Barzanî bû..Ne jî kesî daxwaza razîbûnê jê kiriye”

Hewlêr-KDP.info- Berdevkê Fermî yê Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand ku anîna Heşda Şeibî bi nav axa Kurdistanê ne bi razîbûna Serok Barzanî bû û ne jî kesî daxwaza razîbûnê jê kiriye.
Ev jî tekesta wê daxuyaniyê ye:
Li paneleke Berpirsê Desteya Kargêriya Mekteba Siyasiya Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê li Zanîngeha Silêmanî, ya di derbarê hatina Heşda Şeibî hinek axaftin hatiye kirin û navê rêzdar Serokê Herêma Kurdistanê hatiye û li medyayê nirxandinên cûr bi cûr ji bo vê babetê hatiye kirin.
Li vir da bi hemû aliyekî radigihînîn ku di derbarê babeta Heşda Şeibî helwesta rêzdar Serokê Herêma Kurdistanê ji niha de û li berê de gelek rûn û eşkere bûye ku Herêma Kurdistanê li têkşikandin û ji navbirina terorîstan da nakokî li gel Heşda Şeibî da tûne û her dema ku ji bo şerkirina li gel DAIŞ pêwîst bê Hêzên Pêşmerge û Heşd yarmetiya hevdû bidin.
Lê belê eve wê wateyê nagihîne Heşda Şeibî bê Duzxurmatu dagîr bike ku axa Kurdistane û Pêşmerge diparêzê.
Cenabê Serok Barzanî tekez li wê yekê dike ku axa Kurdistanê ne cihê Heşda Şeibî ye û Kurdistan Pêşmerge û hêza Asayîşa xwe heye û pêwîst bi hîç hêzekî din nake. Anîna Heşda Şeibî ya li nav axa Kurdistanê ne bi rizamendiya Serok Barzanî bûye û ne kesek jî daxwazê jê kiriye ku ji bo hatina Heşda Şeibî rizamendî nîşan bide.
Berdevkê Fermî yê Serokayetiya Herêma Kurdistanê
18.11.2015




