CNN: Kêm maye ku Pêşmerge Şingalê bi temamî bigire

Hewlêr-KDP.info- Operasyona rizgarkirina Şingalê di medyaya cîhanê de deng veda. CNN di daporekê de behsa vê operasyonê dike û dibêje, kêm maye ku Pêşmerge Şingalê bi temamî bigire.
Televîzyon û malpera CNN jî di bulten û portal xwe de cihekî berfireh daye şerê Şingalê û berdewam agahiyên nû li ser belav dike.
CNN eşkere kiriye ku 3 hezar çekdarên xwekuj ên DAIŞê li nav Şingalê de hene û xwe ji bo şerê Pêşmerge amade kirine.
CNN di rapora xwe de dibêje, îro 7 hezar û 500 Pêşmerge ji 3 aliyan ve DAIŞ di Şingalê de dorpêç kirin. Hêzên Pêşmerge bi taknîkeke nû şer ker. Ew şer jî bi piştevaniya balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî bû.
Wê televîzyonê şer bi awayekî zindî veguhest û qehremaniya Pêşmerge li hember DAIŞê nîşan da û digot, Hêzên Pêşmerge çek û moralê Pêşmerge têk birin.
Îro danê sibê bi serperiştiya Serok Barzanî operasyona kontrolkirina Şingalê bi beşdariya hêzeke mezin ji Pêşmerge dest pê kir û heta niha operasyon berdewam dike.




