27/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Operasyona Şingalê di medyaya cîhanê de..BBC: Serok Barzanî serperiştiyê dike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Operasyona rizgarkirina Şingalê di medyaya cîhanê de deng veda. BBC dibêje, operasyona Şingalê ji aliyê Serok Barzanî ve tê kordînekirin.

Îro danê sibê bi serperiştiya Serok Barzanî operasyona kontrolkirina Şingalê bi beşdariya hêzeke mezin ji Pêşmerge dest pê kir û heta niha operasyon berdewam dike.

Operasyona Şingalê di demek kurt de bû manşêta medyaya cîhanî.

Tora medyayî ya BBC bi vê manşêtê behsa operasyona Şingalê kiriye: “Kurdên Iraqê dest bi operasyona rizgarkirina Şingalê kirin!”

Di nûçeyê de hatiye gotin ku di operasyonê de 7500 Pêşmerge beşdar bûne û operasyon ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ve tê kordînekirin.

Malpera Radîkal a Tirkî jî behsa operasyona Şingalê kiriye û gotiye, di operasyona Şingalê de 7500 Pêşmerge beşdar bûne.

Li gorî Radîkalê, Pêşmerge ji sê aliyan ve êrişî DAIŞê dikin.

Malpera New York Timesê jî behsa operasyonê kiriye û gotiye, girtina Şingalê tê wateya qutkirina demarê alîkariyên DAIŞê.

New York Timesê her wiha diyar kiriye ku Pêşmerge di şerê Şingalê de çekên giran bikar tîne û bi alîkariya hêzên êzîdî û balafirên şer, çeperên DAIŞê dikin armanc.

Ajansa Resutersê jî bi vê manşêtê cih daye şerê Şingalê: “Şerê gîrobûyî yê kontrolkirina Şingalê dest pê kir!”

Reuters jî mîna New York Timesê dibêje, dema Şingal were standin wê demê dê rêya gihîştina alîkariyan bo DAIŞê were girtin.

Televîzyon û malpera CNN jî di bulten û portal xwe de cihekî berfireh daye şerê Şingalê û berdewam agahiyên nû li ser belav dike.

CNN eşkere kiriye ku 3 hezar çekdarên xwekuj ên DAIŞê li nav Şingalê de hene û xwe ji bo şerê Pêşmerge amade kirine.

Malpera Wall Street Journal jî behsa operasyona Şingalê kiriye û ragihandiye, Pêşmerge dixwazin rêya gihîştina çek û alîkariyan bo DAIŞê qut bikin.

 

Nûçeyên têkildar