Kongireya çardemîna Yekêtiya Qutabiyên Kurdistanê destpêkir

Duhî şemî 3/11/2012ê bi çavdêriya Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî û di bin dirûşma `` Doh Xebat, Îro Zanist, Sibe Dahênan,`` çardemîn kongireya Yekêtiya Xwendevanên Kurdistanê li hola Şehîd Se`ed Abdula li Hewlêrê dest bi karên xwe kir.
Kongire bi amadebûna Fazil Mîranî sekreterê Polîtîkboruya Partiya Demokrata Kurdistanê û Mesrûr Barzanî rawêjkarê Encûmena Asayşê û hijmarek ji endamên polîtîkboruya PDK û serkirdeyên wê hat destpêkirin.
Fazil Mîranî sikirterê sekreterê Polîtîkboruya ya Partiya Demokrata Kurdistanê di peyvekê da, li kongireyê yeketiya qutabyên Kurdistanê amaje bi wê yekê kir ku pêdivî ye serbexweyiya zankoyan û rêzigirtin ji heremê zanko û navendên xwandinê xalên yekê yên yekîtiya qutabiyan bin ku kar têda bikin û zêdetir giringiyê bi vekolînên zanistî bihête dan û heza qutabiyan bo wergirtinê li kolîjan li berçav bihête wergirtin û got: Pêdivî ye sîstemê niha yê wergirtina qutabiyan pêdaçûneka timam têda bihête kirin.
Îrfan Ezîz sekreterê giştiyê Yekêtiya Xwendevanên Kurdistan li gotara xwe de amaje bi rola yekêtiyê da kû xwediyê girîngiyeke bilinde çi di demên bûrî de û çi di vê serdemê de.
Kongire wê dû rojan berdewam bike û têde sekreterê nû bo yekêtiyê tê hilbijartin




