Seyda: Em hîç gotûbêjekê ligel rejîma Esed nakin

Serokê Encûmena Niştimanî ya Sûriyê bi awayekî tund civaka navdewletî rexne kir ku pişta xwe dane gelên Sûriyê û got: ‘’Vêna jî wiha kiriye ku rejîma Baasê li ser zilm û zordariya xwe berdewam be.’’
Piştî civîna aliyên cuda yên mixalefeta Sûriyê li Emana paytexra Urdinê, Serokê Encûmena Niştimanî ya Sûriyê Ebdulbasit Seyda daxwiyaniyek da û got: ‘’Piştguhxistina tawanên dirinde yên rejîma Baasê ji aliyê civaka navdewletî ve û îhmalkirina xelkên lêqewimî yên Sûriyê, derfet daye rejîma Baasê ku li ser tawan û zilm û zora xwe berdewam be.’’
Seyda diyar kir ku gunehê wê xwîna ku rojane bi destê artêşa Baasê tê rijandin di stoyê civaka navdewletî de ye û wiha axifî: ‘’Rejîma Baasê bi partîka xwe îspat kiriye ku pêbendê hîç biryar û destpêşxeriyekê nabe, loma mixalefet jî bi hîç awayekî gotûbêjê ligel rejîma Esed nake û mercê yekem ê her gotûbêjekê jî çûne rejîma Esed e.’’
Ji aliyekê dî ve Wezîra Karê Derve ya Emerîka Hillary Klinton di daxuyaniyekê de ragihand ku, Konseya Neteweyî ya Sûriyê heya niha nekariye tevaya aliyên opozisyonê bike yek lewra ew nûnertiya opozisyona Sûriyê nake û pêwîste kadroyên xwe biguherîne.
Kilînton got "Divê em vê yekê aşkere bêjin ku Konseya Neteweyî ya Sûriyê nûnertiya tevaya opozisyonê nake.




