26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Şaredariya Cizîrê: Şerê navxwe yê Tirkiyê ji Cizîrê destpê dike

Çavkanî: KDP.info

KDP.info-Cizîr- Şaredariya Cizîrê diyar dike ku, dewletê şerê navxwe li Tirkiyê ragehandiye, lewma dibe ku em bêjin niha şerê navxwe di bavbera dewleta Tirkiyê û Kurdan de destpêkiriye.

Ev demeke ku artêşa Tirkiyê kolanên Cizîra Bakurê Kurdistanê dorpêç kiriye û şerê kolanan ligel gerîlayên PKK dike, rewşa xelkên di nava bajrê de jî dijwar e û nikarin derkevin ji pêwîstiyên xwe peydabikin.

Hevseroka Şaredariya Cizîrê, Leyla Îmret, ku ser bi HDP ve ye, di hevpeyvîneke rojnamevanî de ragehand ku, şerê navxwe yê Tirkiyê li Cizîrê destpê dike.

Leyla got jî ku, pendekî kevin heye dibêje, eger aştiyê bikeve rojevê dê ji Cizîrê destpê bike, eger şer jî derkeve her dê ji wî bajarî be.

Nûçeyên têkildar