26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Berpirsên komkujiya kurdên êzîdî hatin kuştin..Dilê xelkê Şingalê xweş bû

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- 3 berpirsên DAIŞê hatin kuştin, ku guman heye destê wan di revandin û kuştina kurdên êzîdî li gundên Koço û Sîpa Şêx Xidir ên Şingalê de heye.

Rêveberê Asayişa Navçeya Şingalê Qasim Simo ji malpera KDP.info re ragihand: “Li ser rêya di navbera Şingal – Teleferê de balafirên hevpeymaniya navdewletî û DAIŞê dan û 3 berpirsên wê kuştin.”

Qasim Simo wiha got: “Navê wan berpirsan ev in: Waliyê Navçeya Bilêc Ehmed Elzubêdî (Ebû Samî), Berpirsê Ewlehiyê yê Bilêc, Dadwerê Bilêc Elî Cibûrî û çekdarekî din bi navê Salim Mizrî di encama wê bombebaranê de, hatin kuştin.”

Rêveberê Asayişa Şingalê ragihand: “Ew çekdarên DAIŞê ku hatin kuştin berpirsê sereke yên komkujiya gundên Sîpa Şêx Xidir û Koço bûn, ku zilam û xortên gund kuştin û jin û keç jî revandin. Bi kuştina wan dilê xelkê Şingalê xweş bû.”

Nûçeyên têkildar