26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Polîtburoya PDK: Fereydûn Ciwanroyî, pêşmergeyekî wêrek û dilsozî şoreşê bû

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Polîtburoya PDK ji ber koça dawî ya Fereydûn Ciwanroyî persenameyek pêşkêşî kir û tê de jî ragihand ku, rehmetî Pêşmergeyekî wêrek û dilsozî şoreşê bû û di şoreşa Gulanê de erkê fermandehiya Herêmê wergiertibû û beşdarî çendîn destan û neberdan kiribû.

Polîtburoya PDK ragihand: “Mixabin şevê din têkoşer û pêşmergyê şoreşên mezin ên Îlon û Gulanê, Endamê Polîtburoya PDK, heval Fereydûn Ciwanroyî di karessateke diltezên jiyana xwe ji dest da. Ciwanroyî ji destpêka ciwaniya xwe pêwendî bi şoreşa Îlonê kiribû  ew jî wek yekemîn dibistana pêgehandina siyasî û leşkerî. Pêşmergeyekî wêrek û dilsozî şoreşê bû û di şoreşa Gulanê de erkê fermandehiya Herêmê wergiertibû û beşdarî çendîn destan û neberdan kiribû, herwiha fermandarekî raperîna behara 1991ê bû û di erkê pêşmergatiyê de çendîn car birîndar bibû û ji mirinê vegeriya bû.”

Polîtburoya PDK wiha got: “Heval Fereydûn jibilî erk û berpirsyaretiya di hustê wî de di Polîtburoya PDKê de, hevdem serperiştiyarê eniya Xazirê ya Hêzên Pêşmerge bû û heta şevê din jî li erkê pêşmergatiyê bû û di bûyereke tirafîkê de jiyana xwe ji dest da û piştî zêdetirî 50 sal ji xizmet û pêşmergatî û têkoşan li ser rêbazî pîroz ê Barzanî jiyana xwe ji dest da û tevlî karwanê nemirên neteweya me bû.”

Polîtburoya PDK wiha domand: “Bi vê boneya xemgîn, em pirseya xwe radigihînin û pirse û sersaxiy ji malbat û hemû hevalên wî ji serkirdatî û rêxistinên PDK û Pêşmergeyên qehreman ên Kurdistanê dikin. Ji xwedayê mezin lavakar in sebrê bide me hemûyan û canê wî yê paqij bixe ber dilovaniya xwe û bi buhişta berfireh şad bike.”

Nûçeyên têkildar