Ew cihê ku di nav de gule davêtin Pêşmerge hat rûxandin

Kerkûk-KDP.info- Dr. Kemal Kerkûkî ragihand ku, ew xaniyê ku çekdarên DAIŞê jê gule davêtin Pêşmerge bi himeta Hêzên Pêşmerge û balafiran bi ser terorîstan de hat wêrankirin.
Berpirsê Eniya Rojavayê Kerkûkê Dr. Kemal Kerkûkî ji malpera KDP.info re ragihand ku, vê êvarê saet 7:15 terorîstên DAIŞê gule bi BKC û bi doşkeyê avêtin ser xalên Lîwaya 5 û Fermandehiya Kerkûkê li eniya rojavayê Kerkûkê, lê Hêzên Pêşmerge pir bi mêrxasî li wan hatin hev û ew terorîst dan ber topan.
Kerkûkî wiha got: “Di heman dema ku Hêzên Pêşmerge ew terorîst gule û topbaran dikirin balafirên şer ên hevpeymaniya nadewletî hatin agahdarkirin û bilez ew balafir gihîştin deverê û saet 7:50 ew terorîst li gundê Mensûriye bi giranî dan ber bombeyan û ew cihê ku jê gule davêtin bi ser wan de hat wêrankirin, ku bû sedem hejmarek terorîst bên kuştin.”




