26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Li Zaraxatûnê ziyanên mirovî û madî yên mezin gehan DAIŞê

Çavkanî: KDP.info

KDP.info-Xazir- Fermandariya Pêşmergeyên Zêrevanî ragehand ku, firokeyên hevpeymanan du caran li ser hev binke û cihên danîna çekên giran ên DAIŞê li gundê Zaraxatûn bombebaran kirin.

Li gor zanyariyên Ragehandina Fermandariya Pêşmergeyên Zêrevanî, demijmêr 12ê îro Şemiyê, binke û cihên danîn çekên giran ên DAIŞê li gundê Zaraxtûn ê ser bi eniya Xazirê ve, bombebaran kirin.

Di daxuyaniyê de hatiye ku, ji encama wê bombebaranê, tevî jinavbirina wan çekên DAIŞê, ziyaneke mirovî ya mezin gehiştiye terorîstan.
 

Nûçeyên têkildar