Bi beşdariya 850 kompaniya îro pêşangeha Hewlêra navdewletî tê vekirin

Bi beşdariya 850 kompaniya ji 20 welatan, Îro pêşangeha navdewletiya Hewlêr tê destpêkirin.
Herdî Omer ji rêveberayetiya pêşangeha Hewlêra Navdewletî bo ajansa Peyamnêr ragihand;Îro heştemîn pêşangeha bazirganiya Navdewletî bi beşdariya 850 kompaniya ji 20 welatan tê vekirin û heta çar rojan dê berdewam be.
Weha jî da zanîn kû, ev pêşangeh ji biwarên Perwerde, Fêrkarî, Geştûgozar, bazirganiya giştî û sîtema giştiya parastina hêminî û werzişê pêktê.
Xebat




