Xiristiyan: Em nahêlin kota bê kêmkirin..Bihêlin Kurdistan aram bimîne

Hewlêr-KDP.info- Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Bêt Nehrên li Herêma Kurdistanê ragihand ku, hinek partî û aliyên siyasî hewl didin kursiyên kota kêm bikin, lewma ew wek kild û asorî wî karî red dikin û nahêlin ser bigire, ji ber ku tiştekî ne baş e û bo demokrasiyê pir xirab e û pêkvejiyan wisa nabe û bila bihêlin Kurdistan aram bimîne.
Romyo Hekar Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Bêt Nehrên li Herêma Kurdistanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Di civîna me û şanda PDKê de me behsa pirsên Destûra Kurdistanê û Serokatiya Herêma Kurdistanê û kota kir. Em wek kild û asorî têbînî û nêrîn û pêşniyarên gihêşt şanda PDKê. Me daxwaz kir ku kar li ser bingeha sazan ê lihevkirina niştimanî pêk were. Nêrîna me û PDKê pir ji hev nêzîk bû.”
Hekar wiha domand: “Di xalekê me me behsa kota kir. Em li dijî her hewlekê ne bo kêmkirin û nemana kota. Me daxwaz ji PDKê kir ku di vî alî de alîkariya me bike û pişta me bigire. Alîkarê Serokê Giştî yê PDKê Nêçîrvan Barzanî pir bi girîngî behsa vê mijarê kir û piştevanî û piştgiriya xwe li me kir.”
Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Bêt Nehrên li Herêma Kurdistanê ragihand ku, hinek partî û aliyên siyasî hewl didin kursiyên kota kêm bikin, lewma ew wek kild û asorî wî karî red dikin û nahêlin ser bigire, ji ber ku tiştekî ne baş e û bo demokrasiyê pir xirab e û pêkvejiyan wisa nabe û bila bihêlin Kurdistan aram bimîne.




