26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Meysûn Demelûcî: Peymana Hewlêrê kilîla çareseriyê ye

Çavkanî: KDP.info

Peyvdara Lîsteya Îraqiye Xatû Meysûn Demelûcî ragihand ku, kilîla çareser kirina kirîza siyasî ya Îraqê di destê Serokwezîrê Îraqê Nûrî Malikî deye  û ev kilîla han jî cîhbicîh kirina peymana Hewlêrê û bendên civîna Hewlêr û Necefê ye.

Demelûcî eşkere kir ku, eger Malikî bixwaze kirîza siyasî ya Îraqê çareser bike vê demê dikare hem peymana Hewlêrê him jî tevahiya xal û bendên civîna Hewlêr û Necefê cîhbicîh bike.

Çavkanî tekez li ser vê yekê kir ku, heta peymana Hewlêrê û xalên civîna Hewlêr û Necefê neyên cîhbicîhkirin vê qirîza siyasî ya Îraqê neyê çareserkirin.

Nûçeyên têkildar