Nêçîrvan Barzanî: Rojane 550 hezar bermîl petrol hinarde dikin..Serdana Serok Barzanî girîng e

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekez kir ku, Hewlêr xalên rêkeftina petrolê ligel Bexdayê bi cîh kiriye û niha ew li hêviya Bexdayê ne ku rêkeftinê cîh bi cîh bike.
Nêçîrvan Barzanî behsa rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexdayê kir û li gor wê rêkeftinê niha Hewlêr 550 hezar bermîl petrol hinarde dike, lê Bexda ji aliyê xwe ve rêkeftin cîh bi cîh nekiriye û % 17 ji budceya Iraqê ji Kurdistanê re neşandiye.
Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku eger Amerîka yekser çekan bide Herêma Kurdistanê nayê wateya parçekirina Iraqê.
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî li ser wê yekê ku çima Bexda naxwaze Amerîka çekan bide Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re got, jixwe Amerîka çend sal berê biryar dabû çekan bide Herêma Kurdistanê lê ew çekên ku Amerîka dişand Bexdayê nedigihîşt Kurdistanê.
Nêçîrvan Barzanî anî ziman ku ew biryar û pêşniyara ku niha di rojeva Amerîkayê de ye û tê xwestin ku yekser çekan bidin Herêma Kurdistanê, ji ber wê yekê ye ku Amerîka piştrast bibe ew çekên ku ji Kurdistanê re dişîne bigihê destê Pêşmerge.
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî got ku Bexdayê biryara Amerîkayê xelet fêm kiriye û wiha aixvî: “Li gorî min ev biryar baş nehatiye fêmkirin. Çimkî ew biryar nayê wateya parçekirin û têkdana yekîtiya xaka Iraqê, zêdetir ji bona wê ye ku çekên ku ji derve bi taybet ji Amerîkayê tên şandin bigihê destê Herêma Kurdistanê.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li ser serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya Amerîkayê jî got, ev serdan, serdaneke girîng e û li ser vexwendina fermî ya Obama hatiye kirin.
Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku Barzanî û Obama dê li ser rewşa Herêma Kurdistanê, şerê DAIŞê û pêwendiyên navbera her du aliyan gotûbêj bikin.
Herêma Kurdistanê dixwaze ew çekên ku di çarçoveya alîkariya şerê DAIŞê de ji Pêşmerge re tên şandin, yekser bigihên destê Pêşmerge lê Bexda jî dibêje, divê ev çek bi rêya Bexdayê re bên şandin.




