26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Bexda 455 milyon dolar bo Hewlêrê şand..Dê budceyê Pêşmerge jî bişîne

Çavkanî: KDP.info

Bexda-KDP.info- Hikûmeta Iraqê beşek din ji bûdceya Herêma Kurdistanê da. Herwiha Birîkarê Wezareta Darayî yê Iraqê jî dibêje, di demeke nêzîk de Bexda dê ê budceyê Pêşmerge jî bişîne.

Wezîrê Darayî yê Iraqê Hoşyar Zêbarî ji Rûdawê re got, Bexdayê îro 527 milyar û 432 milyon dînar şand Hewlêrê û ragihand, Hewlêr û Bexda bi rêkeftina petrolê ya roja 2ê Kanûna par ve girêdayî ne.

Hoşyar Zêbarî diyar kir ku ew pereyê hatiye şandin tenê beşek ji bûdceya Kurdistanê ye çimkî vê gavê teneê ewqas pere li ber dest hebû.

Herwiha Birîkarê Wezareta Darayî yê Iraqê Fazil Nebî jî ji malpera KDP.info re ragihand: “Di demeke nêzîk de Bexda dê ê budceyê Pêşmerge jî bişîne.”

Bexda û Hewlêrê roja 2ê Kanûna 2014ê li ser hinartin û firotina petrolê rêkeftinek îmze kiribûn ku li gorî wê rêkeftinê, Herêma Kurdistanê divê rojane 550 hezar bermîl petrolê bifroşe û pereyê wê jî bide Bexdayê, li hember vê yekê Bexda jî pişka bûdceya Kurdistanê bide.

Di heyama du mehên borî de Bexdayê tirîlyonek û 267 milyar dînar daye Kurdistanê.

Li gorî pişka bûdceya Kurdistanê, Bexda divê her meh tirîlyonek û 200 milyar dînar bide Kurdistanê.

Nûçeyên têkildar