Hevpeyvîna Serokê Herêma Kurdistanê ya li gel Dubai TV
Birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel bernameya El Şariil Erebî(Kolanên Erebî) ya televizyona Dubai Tv hevpeyvînek saz kir û naveroka hevpeyvînê ku li roja 06.05.2012 hate belavkirin.
* Gelek spas birêz Barzanî, min xwest pêvajoya Kurdistanê bi wê yekê wesif bikim ku ji her regezperestiyekî Erebî dûre, gelo ez li wesfa xwe de serketim?
Serokê Herêma Kurdistanê: Eve wesfekî naveroka pêvajoya Kurde, lê belê ez pêşketinekî mezin dibînim li heman demî de kêmasiyeke mezin li kolana Erebî ve di derbarê Kurd de heye. Belê rewşenbîr û hizbên siyasî gelek hene li pirsa Kurd têgihîştîne û em jî dixwazin van pêwendiyan zêdetir berfireh bikîn û pirsa Kurd bigihînîn kolana Erebî. Kurd xwedî axe, Kurd gelekî kevine, belku ji kevintirîn gelên navçeyê ye ji bo wê yekê pêwîste li rastiya pêvajoyê têbigihîn. Divê eve bizanîn ew ne koçberin û ne mîhvanin li ser wî axî belku xwediyê axa û Kurd bi xwe yekêtiya li gel birayên Erebî li Iraq de hilbijart û tu kesek neçar nekirin. Eve ye ew rastiya ku pêwîste birayên Ereb têbigihin.
* Cenabê Serok, îro gengeşeyeke navdewletî heye navçeyê li ser du (hîlal)an dabeşdike. Ji ber çi we Kurdan xiste nav vê gengeşeyê?
Serokê Herêma Kurdistanê: Kî got me Kurdan ji wê gengeşeyê hilqurtand? Bi berevajiya wê em hewla ewe didîn têkilî tu gengeşeyeke navdewletî û herêmî nebîn. Em dixwazin hevsengiyê biparêzîn bi bêyî wê yekê tevlî tu şer û gengeşeyek bibîn.
* We got îro pêvajoya Kurd cûdaye, gelo hun bawer nakin ku eve sûdek bê ji bo Kurd û bîkin derfetek ji bo qonaxeke dinê jiyanê wan?
Serokê Herêma Kurdistanê: Kurd niha li rewşeke dûre ji şer û kuştarên navxweyî û eve jî destkeftekî mezine û me baweriyeke mezin bi hevdû heye û baweriya me bi xwe heye ku rojek ji rojan bibîn dewletekî serbixwe. Eve mafekî rewaye lê belê ev daxwaz pêwîste bi awayeke aştiyane û bi guftûgo li gel gelên cîran pêkbê.
* Gelek car Tirkiye wiha tê temaşe kirin ku dijminê sersext Kurde, lê belê îro Tirkiye wekî Serokê Dewlet pêşwaziya Barzanî dike. Eve jî pirsiyarek dixe holê gelo Kurd awayê tevgera xwe guherand yan Tirk?
Serokê Herêma Kurdistanê: Berî çend salekî pêwendiya li gel Tirkiye baş nebû, belku nakokiya me hebû eve raste, Tirkiye naskirina Herêma Kurdistanê û mafê Kurd li jiyan û azadiyê red dikir, lê belê niha guhertinên baş li siyaseta Tirkiyê de tê dîtin. Sala derbasbûyî birêz Erdogan serdana Kurdistanê kir û li Hewlêrê gotarek pêşkêş kir û têda dûpat kir ew roj nema ku hebûna gelê Kurd bê înkar kirin. Eve jî destkeftekî mezine, ji bilî wê jî niha pêwendiya aborî di navbera me û Tirkiyê de gelek başe Tirkiye sûd ji me wergirt em jî her wiha û bi hemû awayekî ve hewla çareserkirina pirsa Kurd li Tirkiye bi awayeke aştiyane didîn û di vî warî de me hengavên baş avêtiye.
* Gelek kes wiha şîrovedike nêzîkbûna Tirkiye ya li Herêma Kurdistanê ji ber eweye ku îro Malîkî dijminê yekemê Tirkiyê ye ji bo wê yekê vî welatî siyaseta xwe beramber Kurdistanê guherî?
Serokê Herêma Kurdistanê: Nexêr eve ne raste, berî ku ew qeyrana Iraqê rûbide, pêwendiya di navbera Kurdistan û Tirkiyê eve du sale başe.
* Gelo Mesûd Barzanî bawerî bi siyaseta îroya Tirkiye ya li navçeyê da heye?
Serokê Herêma Kurdistanê: Ewê ku li siyaseta îroya birêz Erdogan û Hikûmeta Tirkiyê de min dîtibe û dibînîm eweye ev Hikûmet û birêz Erdogan rêz li axaftina xwe girtiye û em jî bi bilindtirîn ast da ji bo baştirkirina pêwendî û çareserkirina pirsa Kurd de hevkariya wan dikîn.
* Metirsiya berfirehbûna Tirkiye heye, dixwaze rolekî serkirdane li ser asta Herêmê da bibîne ku renge zêdetir jî pêş bikeve. Gelo metirsiya we di vî derbarî de heye?
Serokê Herêma Kurdistanê: Tirkiye dewletekî mezinê navçeyê ye û dibe ku daxwaz û berjewendiya xwe hebê. Lê belê ne mumkîne ev daxwaz û berjewendî li ser hesabê gelên dinê navçeyê de bi cîh bike.
* Gelo hun îro tehemmula dijmindariyetî kirina Îranê dikin?
Serokê Herêma Kurdistanê: Em dostê Îranîn û nabê li gel Îranê bikevîne nav gengeşe û nakokiyê. Çima dijmindariyê li gel wan da bikîn?
* Ji ber ku Malîkî wekî hevpeymanekî Îranê tê dîtin?
Serokê Herêma Kurdistanê: Em jî hevpeymanê Îranê ne û dostê Îranê ne, Malîkî bibê dostê Îran rêya dostayetiya Îranê û hebûna pêwendiyeke baş ne xerabe.
* Lê belê cenabê Serok dema hun li Enqere bûn ew li Tehranê bû, ku wate gelo eve dabeşkirinekî Herêmiye ji bo nakokiya di navbera her du aliyan?
Serokê Herêma Kurdistanê: Ji bo zanyariya te, ez berî birêz Malîkî wate berî 4-5 meh li Tehranê bûm.
* Çi ji wê serdanê têbigihîn?
Serokê Herêma Kurdistanê: Xwest û daxwaziyên ji bo bi hêzkirina pêwendiya du qoliya di navbera her du alî de, xwest û daxwaziyên wan ji bo hevkarî kirina me û min dîtin û ramanên baş û erênî ji wan bihîst.
* Wate ew li ser hinek tiştan mutehefîz bûn?
Serokê Herêma Kurdistanê: Wan têbînî di derbarê hinek hêzên siyasiyên li Iraqê ve hebû, lê belê min ti destêwerdanek di vî derbarî de ji wan nebihîst.
* Gelo Muqteda Sedir îro xaleke cûdaye li navbera we de?
Serokê Herêma Kurdistanê: Nexêr, me pêwendiyeke dîplomasiyê ya raste rast li gel Îranê heye. Seyîd Muqteda Sedir serkirdeyekî Iraqiye û ser bi malbateke têkoşer, xebatger û qurbanîdere û nûnerayetiya aliyekî siyasiyê mezin dike.
* Lê belê ew û Malîkî bi wê yekê hatine tawanbar kirin ku nûnerayetiya siyaseta Îranê dikin. Bi nêrîna we kîjan ji wan bi pileyekî zêdetir nûnerayetiya siyaseta Îranê dike?
Serokê Herêma Kurdistanê: Îran siyaseta xwe heye û ew bi xwe cîh bi cîh dike ne Malîkî û ne jî Sedir.
* We got Îran û Tirkiye her du jî dostên me ne, lê belê her du welat jî nakokî li navbera wan da heye, kî zêdetir nêzîkî we ye?
Serokê Herêma Kurdistanê: Raste, eger her nakokiyekî Tirkî – Îranî hebê em nabîn aliyek jê û em li yek astî da rawestayîn, her du du welat jî cîranê Iraqin û me sînorên hevbeş li gel wan da heye û pêwîstiya me bi hebûna pêwendiyekî siruştiye li gel her du alî û her dewletek bixwazê me bixe nav wan nakokiyan jê dûr dikevîn û ne mumkîne rê bidîn me bikin aliyek ji şer û gengeşeya li navbera xwe.
* Lê belê gelo ew nakokiyên niha tenê nakokiya Iraqî - Iraqiye bi bêyî wê yekê tu dewletekî cîran rola xwe li nav wan de hebê?
Serokê Herêma Kurdistanê: Belê bêguman tevlîbûnên Herêmî hene û ew tevlîbûn jî nakokiyan kûrtir kir.
* Ji aliyê Tirkiye û Îranê ve?
Serokê Herêma Kurdistanê: Dibe ku zêdetir jî li Tirkiye û Îran.
* Weku?
Serokê Herêma Kurdistanê: Dibe ku welatên Erebî jî tevlî karubarê Iraqê dibin ev destêwerdan tenê ji Tirkiye û Îranê kurt nabê.
* Hun li Emerîka bûn û li wir Barzanî weku Serokê Dewlet hate pêşwazî kirin? Bi çi encamek ji wê serdanê vegeriyayî?
Serokê Herêma Kurdistanê: Me guh li nêrînên serkirdayetiya Emerîka girt bi taybetî piştî vekişana Emerîka ji Iraqê helwesta Emerîka li Iraq û Herêma Kurdistanê. Ewê min ji Serokê Emerîka û Cîgirê wî û berpirsên dinê Emerîka bihîst dûpatkirina palpiştîkirina Iraqekî demokratî federalî yekgirtî fireh alî û palpiştiya her pirsekî destûrî dikin ku Iraqî biryarê li ser bidin û pabendbûna xwe bi gelê Kurd û Herêma Kurdistanê dûpatkirin. Eve bû min dixwest ji wan bibihîsim.
* Lê belê ewê ku tê têbînî kirin, palpiştiya Emerîka ji bo Kurd û Herêma Kurdistanê kêmtir bûye weku ewê Emerîka ji Iraqiyan re bibêje ez ji we ne berpirsim?
Serokê Herêma Kurdistanê: Bêguman piştî vekişana Emerîka destwerdan li karubarê navxoyê Iraqê wekî berê nebû. Lê belê ewê ku min ji Serok û Cîgirê wî bihîstim ji bilî li pabendbûna wan bi Herêma Kurdistan û gelê Kurd berdewambûn bû bi palpiştîkirina Iraqekî demokratîk federal û yekgirtî bû.
* Lê belê hemû kesek li ser pirsa federalîzm ne raziye?
Serokê Herêma Kurdistanê: Ew xal bingeha wê hevbendiyê ye ku destûr li ser hatiye dariştin.
* Lê belê gelek ji wan xalên hevbendiyê hatin binpêkirin?
Serokê Herêma Kurdistanê: Raste lê belê destûr bi xwe dibêje pabendbûna bi destûr mîsogeriya mayîna Iraq ya bi yekperçeyiye. Wate pabendbûna bi destûr tiştekî zerûre û federalîzm jî li destûrê da hatiye û divê pabendbûna pêve hebê.
* Cenabê Serok hevpeymaniya we li gel Şî'e piştî rûxana rejîm gelek bi hêz bû. Hemû desthilat û dahatan we bi pêkve dabeşkir û we zulm ji Sunne dît lê belê gelo îro hemû tişt guheriye?
Serokê Herêma Kurdistanê: Hevpeymaniya me li gel Şî'e kevine ne yê nihaye. Paşê li peymana Hewlêr em li ser gelek tiştan rêkkeftîn. Lê belê mixabin gelek ji wan xalan hate îhmalkirin û cîh bi cîh nekirin. Birayên Sûnne piştî rûxana rejîmê min pêwendî li gel wan kir û min wan dawetî Hewlêrê kir û me du kongre têda girêda û nêrîna xwe û aliyê Kurdî min ji bo wan rûnkir û min daxwaz ji wan kir beşdarî pêvajoya siyasî bikin. Lê belê birayên Sunne mutehefîz bûn û ji pêvajoya Iraqê negihiştin û beşdarî li pêvajoya siyasî da nekirin. Beşek ji wan her li ser eqliyeta kevin mabû ku bawerî bi înkarkirina Kurd ve hebû. Lê belê niha min pêwendî li gel wan başe bi taybetî piştî çendîn hevdîtinan ku min li gel wan kir. Ew li rastiya helwesta Kurd têgihiştin û li wê demê de me karî pêwendiya xwe li gel gelek aliyên Sunine û Şî'e baştir û xurttir bikîn. Lê belê mixabin heta niha jî hinek kes gelek bi awayeke netendirust hizir dikin.
* Girift li hukim daye?
Serokê Herêma Kurdistanê: Girift li takrewiya hukim daye.
* Girifta kese, destûr, rêkkeftina siyasî an jî girift li derveyê Iraqe?
Serokê Herêma Kurdistanê: Eger pabendî destûr biban ew giriftên niha rû nedidan. Girift bi sedema pabend nebûne bi destûr, cîh bi cîh nekirina peymanan û hewlên takrewî kirina li hukime.
* Lê belê Muqteda Sedir ku xwedî 40 Parlementere li Lîsta Malîkî kontrola meseleyê kiriye. Gelo dikarin berbijêreke din ji bo xwe destnîşanbikin?
Serokê Herêma Kurdistanê: Niha guftûgo bi berdewamî li gel aliyê Iraqiyan heye û guftûgoyekî dûr û dirêj me û birêz Muqteda komkiriye. Bi amadebûna birêz Serok Komar û paşê jî ew şêwirîn berfirehtir dibin heta gihîştin bi çareseriyeke destûrî.
* Ji bo rûxandina Malîkî?
Serokê Herêma Kurdistanê: Ne merce ji bo wê encamê bê.
* Wate hêviya gihîştina we bi encamek heye li gel Malîkî ku destûrê cîh bi cîh bike?
Berdewama wê heye...




