Balyozê Emerîka li Lîbiyayê hat kuştin

balyozê emerîkî li Lîbyayê di encama êrişa li ser konsûlxaneya Emerîka li Benghazi, hat kuştin.
Endamê Kongreya Lîbî Ela El-Meqrîf ragihand, kuştina balyozê emertîkî li Lîbyayê Chris Stevens ne teqez e “nemaze ku hê termê wî nehatiye dîtin”, lê diyar kir ku 3-4 dîplomatên emerîkî hatine kuştin.
Navbirî bi tundî kiryarên şîdeta şermezar kirin û di heman demê de da zanîn ku ew gihandina zirarê bo pêxemberê Îslamê red dike: “Em ti kesê diyarkirî tometbar nakin, lê komîteyeke lêkolînê ya emerîkî-lîbî tê damezrandin ji bo li kitûmitên êrişê bikole.”
Duh li Qahîre ya Misrê û Lîbyayê kosûlxaneyên Emerîka ketin ber êrişên xelkê wan welatan ên bi piranî misilman ji ber nîşandana fîlimekî emerîkî ku tê de wêneyê pêxemberê Îslamê Mihemed (s.x) bi awayekî xerab tê nîşandan.
Emerîka êrişên li dijî konsûlxaneyên xwe li wan welatan bi tundî şermezar kir.




