Serok Barzanî li Xaniqîn..Rola Pêşmerge li Kobanê bilin nirxand û bi cihê serbilindiyê binav kir

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî serdana Hêzên Pêşmerge li eniya Gerimiyan-Xaneqîn kir û di wê serdanê de ligel fermandarên leşkerî yên Hêzên Pêşmerge civiya û di wê civînê de rolê Pêşmerge di bêhêzkirina xweragirî û berxwedaniya Kobanê de bilin nirxand û bi cihê serbilindiyê bo hemû Kurdistanê binav kir.
Îro Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi mebesta serdana Hêzên Pêşmerge û agahdarbûn ji rewşa meydanî û zanîna pêdiviyên wan li eniyên şerê terorîstan li Kerkûk, Xormatû, Daqûq, Qeretepe, Xaniqîn, Celewla û Seidiyeyê serdana bajarê Xaniqînê kir û ligel berpirsên enî û fermandarên leşkerî yên Hêzên Pêşmerge li eniya Germiyan-Xaniqîn civiya.
Di wê hevdîtinê de Serok Barzanî di gotinekê de destpêkê destxweşî li xweragiriya Hêzên Pêşmerge kir û sipasiya qehremaniya Pêşmerge li wan eniyan kir ku karîne êrişên terorîstan têk bibin û rê li pêşiya pêşde çûnên wan bigre.
Herwiha dilxweşiya derbirî bi serdana wan eniyan û ji nêzîk agahdar bûn ji rewşa wan.Serok Barzanî her wiha silavên xwe bo wan şehîdên qehreman şand ku ji ber serweriya welatê xwe û bergiriyê li axa û maf û kerameta xelkê Kurdistanê canê xwe kirine qurbanî.
Serokê Herêma Kurdistanê derbarê alîkariya dostêm Kurdistanê û welatên azad bo Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê da ku bi denghatin û hevkariya welatên dostên Kurdistanê ji ber wê yekê bû, ku Pêşmerge û gelê Kurdistanê berevaniyê di ber behayên azadiyê û pêkvejiyan û lêbordeyê dikin, her wiha ji ber wê yekê bû ku Hêzên Pêşmerge pêkhatên neteweyî û olî diparêz e.
Her di wê gotinê de Serok Barzanî behsa wê yekê jî kir ku niha hêzên Pêşmerge karîne rê li pêşiya pêde çûnên terorîstan bigrin û êrişên wan têk bibin û bi tundî li wan bidin.
Serok Barzanî derbarê mebest û armanca terorîstan di êrişa ser Herêma Kurdisatnê amje bi wê yekê kir ku nîjadperest û neyarên gelê kurd digotin DAIŞê dê rizgarker be û dikarî dikarin bi riya DAIŞê navçeyên Kurdistanê bixin destê xwe.
Herwiha mebestekî wan ê din hebû ku dixwestin pêşketin û bihêzbûna Kurdistanê bi dawî bînin û doza gelê me lawaz bikin, lê ji ber xweragirî û qehremaniya Hêzên Pêşmerge hevsengî di berjewendiya gelê Kurdistanê de hat guhertin û wê berxwedaniyê hişt ku Hêzên Pêşmerge li ser asta cîhanê bibe binav û deng û pilebilind.
Serokê Herêma Kurdistanê di axaftina xwe de dûpat kir ku niha gelê kurd li Kobanê heta Xaniqînê li dijî DAIŞê şer dike û rolê Pêşmerge di bêhêzkirina xweragirî û berxwedaniya Kobanê de bilin nirxand û bi cihê serbilindiyê bo hemû Kurdistanê binav kir.




