Selahedîn Demîrtaş: Hevdîtina ligel Davûtoglu erênî derbas bû

Enqere-KDP.info- Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş daxuyandin hevdîtina li gel Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu kirî erênî derbas bû.
Tekîliyên HDPê û Hikûmeta Tirkiyeyê yên piştî êrîşên rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) yên ser Kobaniyê nexweş bûyîn a niha ber bi xweşiyê ve diçe.
Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş û hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) Selma Irmak hevdîtinek li gel Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu pêk anîn.
Demîrtaş piştî hevdîtinê daxuyaniyek çapemenî da û ragihand ku hevdîtina li gel Davutoglu kirîn erênî derbas bû û wiha got: “Em wek HDPê di parlementoyê de û derveyî parlementoyê çi ji destê me were, em dê bikin. Ji bo ku pêvajoya çareseriyê serbikeve em dê piştgiriya xwe berdewam bikin."
Demîrtaş diyar kir ku wan behsa bûyerên li Kobaniyê jî kirine û wiha domand: “Jixwe ji beriya niha hikûmetê eşkerê kiribû ku DAIŞ weke rêxistinek terorîst terîf dikin. Herwiha ji ber ku ev metirsiya terorî ji herêmê were jinavbirin me li ser mijarê gotûbej kir. Nêrînên serokwezîr di vê mijarê de erênî ne. Ez hêvî dikim ku ew rewşa neyînî rabû li şûna wê rewşa erenî cih digire.”
Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş di mijara tezkereyê de jî nirxandina Davutoglu ya “Tezkere ne ya şerî ye” ragihand û got, “Hevdîtin û gotûbêj kirina hemû mijaran a li serokwezîrxaneyê li gel serokwezîr girîng bû. Encama hevdîtine baş bû.”




