27/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Tirkiyeyê ne her niha lê belê bi dirêjahiya dîrokê hevkariya gelê Kurd kiriye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî di dema serdana xwe bo projeya çêkirina kempeke nû li Şariya spasiya dezgeha AFAD ya Tirkî kir û ragehand ku Tirkiyeyê ne her niha belkû di demên derbasbûyî de jî dema ku gelê Kurd rastî karesatan hatiye destê xwe yê hevkarî bo gelê Kurd dirêj kiriye.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel hijmareke din ji wezîr û berpirsên Parêzgeha Dihukê û Konsulusê Tirkiyeyê serî li komelgeha Şariya ya li Dihukê da û ji nêz ve wenêrîn bo projeya çê kirina kempeke nû ji aliyê navenda AFAD ya Tirkî bo penaberan kir.

Di vê serdana han ya meydanî de Serokwezîrê Kurdistanê û heyeta pê re serî li çend çadiran xist ku biryare ji wan bi qasî 4 hezar çadir li kempê bo çar hezar malbetan werin danîn.

Ew çadirên han jî gelek pêşkeftî û serdemiyanene û her di nava wan de gelek karasanî bo wan penaberan hatiye kirin bi taybetî di warê mercên hawîrdor û tendirostî de.

Piştî ew serdana han ya meydanî birêz Nêçîrvan Barzanî spasiya dezgeha AFAD ya Tirkî kir û ragehand ku Tirkiye ne her niha belkû di demên derbasbûyî de jî dema ku gelê Kurd rastî karesatan hatiye destê xwe yê hevkarî bo gelê Kurd dirêj kiriye.

Serokwezîrê Kurdistanê herwiha diyar kir ku her çend dezgeha AFAD li çend deverên din yên Kurdistanê de kempên din jî çê kiriye lê di bernameya xwe de heye ku bi hevkariya hikûmeta Tirkiyeyê ji bo 15 hezar malbetên din jî 15 hezar çadirên din çê bike.

Di dawiya vê serdana han de Nêçîrvan Barzanî spasiya tevahiya wan kes û aliyan kir ku di çê kirina ew kempa han de rol dilîzin.
 

Nûçeyên têkildar