Mehmûd Mihemed: Pêwîste Iraq bibe dewletekî Konfedralî bi 4 desturan
Hewlêr-KDP.info- Endamê Polîtborûya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê) Mehmûd Mihemed ragihand ku nabe Iraq tenê bi yek destûrekî tevahiya Iraqê hikûm bike, riya rast jî bo çareseriyeke bingehên ji van kêşeyan re, ku berjewendiyên iraqiyan û weltên derdorê û Amerîka û Ewropayê jî tê de be, ewe ku Iraq bibe 3 dewletên serbixwe û eger di bin gufaşên wan welatan de nebe, pêwîste Iraq bibe dewletekî konfedralî bi 4 destûran.
Mehmûd Mihemed, Endamê Polîtborûya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê) û berpirsê Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ya PDKê di gotareke taybet de bo KDP.info dibêje, nabe Iraq tenê bi yek destûrekî tevahiya Iraqê hikûm bike, riya rast jî bo çareseriyeke bingehên ji van kêşeyan re, ku berjewendiyên iraqiyan û weltên derdorê û Amerîka û Ewropayê jî tê de be, ewe ku Iraq bibe 3 dewletên serbixwe û eger di bin gufaşên wan welatan de nebe, pêwîste Iraq bibe dewletekî konfedralî bi 4 destûran, Şîe bi destûrekî ku destûr û yasayên tayber bi wan hebin.
Dûyemîn konfidraliya Erebên Sunne, ku ew jî bibin xwedî destûrekî tabet bi xwe.
Sêyemîn jî konfedraliya Kurdistanê ye, ku hemû daxwazên wan tê de bin.
Piştre dive destûreke giştî jî bo dewleta Iraqa konfedralî hebe, ku paytexta wê Bexda be û ev pêwendî pêwendiyên hersê konfedraliyan rêkbixe.




