Keşteya petrola Herêma Kurdistanê ji Têksasê derketiyê

Hewlêr-KDP.info- Piştî windabûna keşteya petrola Herêma Kurdistanê ji berçavê setelayta çavdêrîkirin li Têksasê, îro careke din hate dîtin.
Li gorî nûçeyeke ajansa Royterzê, piştî ku li çend rojên borî de keşteya petrola Herêma Kurdistanê bi nave Yonaytid Kalafirfita, ku zêdetir ji yek milyon bermîl petrol helgirtibû û ji ber çavê setelayeteyên çavdêriyê winda bibûn, îro jî careke din derketibû.
Li gor heman jêderî, li gor agahiyan dibe ew keşteya petrolê hîna nehatibe valakirin.
Pêştir hikûmeta Bexdayê sikala li Dadgeha Têksasê li ser Herêma Kurdistanê tomar kiribû ku firotina petrola Herêma Kurdistanê neyasayî ye, lê Dadgehê sikalaya hikûmeta Bexdayê red kir û firotna petrolê ji aliyê Kurdistanê bi yasayî wesif kir.




