Zêdetir ji nîv milyon koçber li Dihokê ne û ji aliyê hukûmeta Kurdistanê û NY ve tên xwedîkirin

Dihok-KDP.info- Piştî ku çekdarên DAIŞê qezaya Şingal û çend navçeyên din dagîr kirin, zêdetirî nîv milyon koçber berê xwe dane parêzgeha Dihokê ku pêwîstiya wan xwedîkirin û hikûmeta Herêma Kurdistanê û Neteweyên Yekirtî jî di hewla peydakirina pêdiviyane.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Neteweyên Yekirtî piroseyekî hevbeş bi mebesta zanîna hijmara koçberan li Herêma Kurdistanê encam dane û deket ku 850 hezar kesî ji navçeyên Iraqê berê xwe dane Herêma Kurdistanê û piraniya wan koçberan li parêzgeha Dihokê bi cîh bûne ku rêjeya wan 64% ji hemû koçbera ne.
Her ji wê rêjeyê jî 170,544 ji wan li sînorê Hewlêrê ne û 133,920 jî li sînorê parêzgeha Silêmaniyê ne.
Di vê bareyê de Wezîrê Pilandanê, Dr. Elî Sindî ragihand: “Em pêngavên gelekî girîng ji bona peydakirina pêdiviyên jiyanê avêtine, û em niha hewil didin hemû pêwîstiyên wan bicîh bînin û niha em kardikin bo avakirina kampan bo koçberan.”




