26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Termê zêdetir ji 50 çakdarên DAIŞê gehane Mûsilê

Çavkanî: KDP.info

Mûsil-KDP.info- Şava borî, balfirên şer bi tundî eniya Başîka topbaran kirin û vê sibehê jî li eniya Wanikê êrîşekî DAIŞê ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hat pûçkirin û di encam de bi dehan çakdar hatin kuştin û birîndar kirin.

Seyîd Memozînî, berpirsê liqa 14 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê) ji KDP.info re ragihand: “Şeva borî balafirên şer yên Amerîkî, rêya Ezawî li eniya Başîkê bi tundî topbaran kirin û vê sibehê jî li eniya Wanikê êrîşekî DAIŞê ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hat pûçkirin û di encam de bi dehan çakdar hatin kuştin û birîndar kirin.”

Memozînî got jî: “Her îro zêdetir ji 50 termên çekdarên DAIŞê gehand nav Mûsilê.”
 

Nûçeyên têkildar