26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî, Kurdistan dergeha çûna nav bazarê Iraqê ye

Çavkanî: KDP.info

Duhî Evarê yekşemê 12 Tebaxê 2012 Serokê hukûmeta herêma Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Kunsulê Çînê Nî Cîyan yê li Îraqê kir.Di hevdîtineke de ku, Berpirsê peyvendiyên Derve yên Hukûmeta Kurdistanê jî tê de beşdar bû, Kunsulê Çînê kêfxweşiya xwe ya li hember vê serdana han diyar kir û pesna pêşkeftinên heyî yên li Kurdistanê jî da.

Di berdewamiya vê hevdîtina han de Kunsulê Çînê diyar kir ku, welatê vî hewl dide di çarçoweya peyvendiyên xwe yên bi Îraqê re peyvendiyên xwe yên bi Kurdistanê re jî berfiretir û bihêztir bike û bo vê yekê jî niha hewl tê dayîn daku, kompaniyên Çînê werin handan daku, li Kurdistanê de dest bi beşdarî kirin di prosesa hêlbirînê de bikin.

Di beşeke din ya vê hevdîtina han de Serokê hukûmeta herêma Kurdistanê hevdem ligel diyar kirina kêfxweşiya xwe ya li hember vê serdana han daxwaz kir ku, serdanên bi vê rengî berdewam bin daku, asta peyvendiyên heyî yên di navbera her du aliyan de bilindtir bibe.

Serokê hukûmeta herêma Kurdistanê bi berdewamiya axaftinên xwe de meseleya vekirina Konsulusxaneya Çînê ya li Hewlêrê jî bi pêngaveke girîng wesif kir û piştgîriya xwe ji bo vê pêngava han diyar kir û ragihand ku, em gelek girîngî didin bi peyvendiyên xwe yên bi Çînê re û deriyên Kurdistanê jî ji bo kompaniyên Çînî vekirîne.
 

Nûçeyên têkildar